Piştî lehiyê li gundewarê Serêkaniyê mayîn û teqemenî derketin 2026-11-09 11:05:52   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gundê El Erîşa, li gundewarê rojhilatê Serêkaniyê, piştî lehiyê, di hundirê kanala avdanê ya li kêleka gund de mayîn û teqemeniyên çêkirî derketin, şêniyên gund daxwaza rakirina mayînan kir.   Piştî baranên dijwar û lehiyên ji nişka ve yên li herêmê, şêniyên gundê gundê El Erîşa, li gundewarê rojhilatê Serêkaniyê di hundirê kanala avdanê ya li kêleka gund de mayîn û teqemeniyên çêkirî dîtin.    Şêniyan bang li rayedarên pêwendîdar kirin ku rakirina van bermayiyan bilezînin û herêmê ewle bikin.