Ligel hev pêşerojê ava dikin: Jin di alî afirandina feraseta ol de wêrek in 2026-11-09 09:04:30   ENQERE - Femînîsta oldar Hidayet Şefkatlî Tuskal da zanîn ku zimanên dijminwarî yê desthilatdariyê qada têkoşîna hevpar a jinan ji hev dike û got: “Ji bo ev ji holê bê rakirin divê hewldan bê nîşandan.”   Li Tirkiyeyê zimanê dijminwarî yê dewletê civakê ji hev dike. Pirsgirêkên ku aliyên cuda dijîn, ji ber polîtîkayên dewletê xwe bi teşeyên cuda nîşan bidin jî nokteya hevpar a hemû pirsgirêkan globalkirin û pratîkên newekheviyê ne. Teşeyên jiyana jinan û rêbazên têkoşîna wan cuda bin jî di xeta têkşîna hevpar a di avakirina aştiyê de tên gel hev. Jin bi armanca avakirina xeta têkoşîna yekbûyî û aştiya mayînde di 31'ê Cotmehê-1’ê Mijdarê de di konferansa ‘Em tên gel hev û pêşerojê diaxivin’ hatin cem hev.   Femînîsa oldar Hîdayet Şefkatlî Tuskal der barê mijarê de axivî.   ‘Mirovan got em li ku derê pêvajoyê ne’   Hîdayet Şefkatlî Tuskal da zanîn ku pêvajo di civakê de tenê wek mijareke siyasetê tê dîtin û got: “Di alî civakîbûnê de bangek nayê kirin.Yekem car konferansek wisa pêk hat. Em bi kelecan li hev kom bûn. Hefteya pêş jî li Stenbolê jinên oldar wê bi gotina ‘ em dikarin çawa piştgiriyê bidin pêvajoyê’ wê bên gel hev. Ez jî di nav wan de me. Mîrov hîna nû nû dibêjin em li ku derê pêvajoyê ne.”   ‘Em di destpêka mijara civakîbûnê de ne’   Hîdayet Şefkatlî Tuskal destnîşan kir ku konferansê hewcedariya hawireke ku divê pêvajo mayînde bibe daniye holê û wiha domand: “Bi encamên ji vê konferansê derketin belkî herkes hêdî hêdî tevli pêvajoyê bibin. Lê di mijara civakîbûna aştiyê de em hîna li serî ne. Em wek jinên xwedî bawerî û jiyanên cuda, li ser mijarên me li ser daxwazên hevpar tîne gel hev sekînin. Di konferansê de tevlibûna jinên muhafazakar kêm bûn. Ji ber qadên jiyan û qadên têkoşîna me ji hev bûne. Em berê zêdetir ligel hev bûn. Ji bo ev ji holê bê rakirin divê em hewl bidin. Ev du sal in pêvajoyek tê meşandin. Kurd di hişmendiya vê de ne. Lê oldarên ne Kurd bê hestiyar tevdigerin.”   ‘Jin di mijara afirandina feraseta olî de wêrek in’   Hîdayet Şefkatlî Tuskal axaftina xwe wiha berdewam kir: “Jinan li ser ji nû ve şîrovekirina rolên zayenda civakî nîqaş meşandin. Ez ji bo jinên derdora xwe yên oldar bêjim;  Gelek jinan mijara şîrovekirina baviksalar a ol, bihîstin. Di gelek mijarên di ol de ew nerehet dikirin re hatin rû hev. Zemînek wisa ava bû ‘gelo ev dibe ku şîroveke baviksalar be?’Jin di mijara ji nû ve afirandina feraseta olî de wêrek in. Gilî û gazincên me jinan wek hev in. Çarçoveya femînîzmê berfireh e. Jin van aliyên cuda yên çarçoveyê esas digirin. Ez jî femînîsta oldar im. Em ji tecrubeyan tiştan fêr dibin. Gelek aliyên me yên hevpar hene. Em li ku dijî bila bijîn aliyên me yên hevpar hene.”   ‘Hewce ye ku jiyan bê biguhertin’   Hîdayet Şefkatlî Tuskal daxuyakirin ku dema ku femînîst wek ‘dijminê malbatê’ bê kodkirin, navber dikeve navbera kesên ku jiyanek bê malbat nafikirin û got: “Gelek jin dixwazin malbata xwe biguherin. Parvekirinên jinan yên li ser çapemeniya civakî mirovan dike xwedî hişmendî. Jin xwedî hişmend in lê divê jiyan bê guhertin. Jin ji bo bibin xwedî gotin her derfetê bi kar tînin. Ji bo vê têdikoşin. Divê gelek tişt biguherin. Ev xwe bi xwe pêk nayên. Ya ku vê bike hêza yekbûyî ya jinan e. Divê jin têkoşîna xwe bidomînin.”