Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Hunerê de hat bîranîn 2026-11-08 14:33:54   NAVENDA NÛÇEYAN - Li paytexta Îtalya Romayê ji bo bîranîna nivîskar, akademîsyena Kurd û yek ji avakerên Arşîv, Lêkolîn û Pirtûkxaneya Jinên Kurd Nagîhan Akarsel 3’yemîn Festîvala Çand û Hunerê ya ‘Dengên Arkaîk’ hat lidarxistin.   Festîvala ku bi pêşengiya Akademiya Jineolojiyê ya Ewropayê hate amadekirin, di 7’ê Mijdarê de li Teatro Biblioteca Quarticciolo ya Romayê hat lidarxistin. Di bernameya sibehê de xebatên li ser deng, ritîm û performansa ku giraniyê dide dengê kevneşopî yê jinan hatin kirin. Di çalakiyên ku jinên Îtalyan, Kurd û koçber beşdar bûn de, tecrûbeyên jinan ên ku xemgînî, şîn û hestên xwe vediguherînin hunerê hatin nirxandin.   Di bernameya hunerî ya êvarê de performansên muzîk, dans, sînema û şano cih girtin. Dik bi konsepteke daristanê bi îlhama dara tûyê ya ku Nagîhan Akarsel pir hez dikir hat amadekirin. Li ser dikê peyama “Dema darek tê birîn em vediguherin daristana ‘Jin, Jiyan, Azadî” hat danîn.   Di festîvalê de koma muzîkê ya Rachele Andrioli û Coro a coro, hunermenda Kurd Denîz Deman, Şanoya Controchiave, koroya Le Coeur, Acab Coro û Koroya Jineolojiyê derketin ser dikê. Jinên hunermend bi stran û performansên xwe bal kişandin ser mijarên wekî têkoşîna jinan, hevgirtina di navbera nifşan de, têkoşîna li dijî desthilatdariya mêr û rêzgirtina li xwezayê.   Amadekariyên festîvalê ku di meha Îlonê de li Reggio Calabriayê dest pê kiribûn, piştî çalakiyên gerok ên li Torino û Bolognayê, li Romayê bi dawî bûn. Di tevahiya çalakiyan de panel, xwendina pirtûkan û atolyeyên li ser Nagîhan Akarsel û nasnameya jinê hatin lidarxistin.   Rêxistin û saziyên mîna Rete Jin, Oltretorino, Donne che intrecciano iş futuro, Quarticciolo Ribelle, Non Una di Meno Roma û Şanoya Quarticciolo jî piştgirî dan çêkirina vê festîvalê.   Organîzatorên festîvalê, destnîşan kirin ku huner û çand beşek ji jiyana rojane ye; ji bilî parastina hafizayê û watedarkirina jiyanê, li dijî krîzên civakî rêbazeke têkoşînê ye jî.   Nagîhan Akarsel ku yek ji kesayetên girîng ên tevgera jinên Kurd bû, di 4’ê Cotmeha 2022’yan de li Silêmaniyê di encama êrîşeke Tirkiyeyê de hatibû qetilkirin. Festîvalê armanc kir ku bîranîna Nagîhan Akarsel bide jiyîn û hilberîna çandî ya jinan û têkoşîna wan a azadiyê mezin bike.