ROJEVA 08'Ê MIJDARA 2026'AN 2026-11-08 09:00:00     * Koma Hevra ku 7 sale xebatên muzîkê dimeşîne di 27’ê Mijdarê de albuma xwe ya bi navê "Şehîdên Jiyanê" derdixe. Solîsta komê Zeynep Dogan pêvajoya albumê nirxand û got bi vê albûmê dixwazin bîra civakî ava bikin. BI DÎMEN    * Bi hatina payîzê re xweza jî rengan diguhere. Rengên payîzê kontarên Gabarê pêçaye, dîmenên ku hemû zindîbûna xwezayê nîşan dide, pêşkeş dike. BI DÎMEN    * Sefîra Kurd Berîvan Doskî ku tevli konferansa "Wêje û Aştiyê" ya li Amedê pêk hat bû, diyar kir ku yek ji şertên aştiya demokratîk naskirina nasname û zimanê Gelê Kurd e û di mijara civakîbûna pêvajoyê de banga berpirsyariyê li rewşanbîran kir. BI DÎMEN