Dayikên Şemiyê: Bila erkdar peywira xwe bi cih bînin 2026-11-07 13:12:22   STENBOL - Dayikên Şemiyê, di hefteya çalakiya xwe ya 1128'an de li eqûbeta Alî Tekdag pirsîn û ji bo ku berpirsiyaran darizînin bang li erkdaran kirin ku peywira xwe bi cih bînin.   Dayik/Mirovên Şemiyê bi daxwaza “Bila windakirî werin dîtin, kujer bên darizandin” di hefteya 1128'emîn de li Qada Galatasarayê ya Stenbolê çalakiya xwe ya heftane li dar xistin. Dayikên Şemiyê, endam û rêveberên ÎHD'a Stenbolê û gelek parêzvanên mafên mirovan tevli çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Alî Tekdag ê ku di 13'yê Mijdara sala 1993'yan de hatibû binçavkirin û windakirin pirsîn.   Metna daxuyaniyê Mirova Şemiyê Umît Dîşlî xwend.   ‘19 caran hat binçavkirin û bi îşkenceyan re rû bi rû ma’   Umît Dîşlî anî ziman ku Alî Tekdag di sala 1982yan de bi hinceta ‘endamê rêxistinê’ ye hate binçavkirin û 3 sal di girtîgehê de ma û wiha got: “Ji ber ku her roj polîsan diavêt ser mala wî paşê neçar ma koçî Îzmîrê kir. Lê di demek nêz de vegeriya Amedê. Piştî vegeriya Amedê gefên polîsan ên li ser Alî Tekdag berdewam kir. Di 12'yê Sibata 1993'yan de birayê wî Mehmet Tekdag hat kuştin. Alî Tekdag di 13yê Mijdara 1993'yan de dema bi hevjîna xwe re li Deriyê Çiyê bû ji aliyê 4 kesên ku di destê wan de telsîz hebû, hate binçavkirin. Alî Tekdag heta roja ku hate windakirin bi giştî 19 caran tê binçavkirin û bi îşkenceyan re rû bi rû dimîne.”     ‘Alî Tekdag digot agahî bidin malbata min dê min bikujin’   Umît Dîşlî destnîşan kir ku dema Alî Tekdag hat binçavkirin nêzî cihê bûyerê polîsên trafîkê hebûn lê tu tişt nekirin û wiha axivî: “Hatîce Tekdag serî li Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê da lê gotin bûyer nû ye paşê were. Piştî 3 rojan her roj çû lê tu agahî nedane. Seyfettîn Demîr ê ku li gel Alî Tekdag di heman demê hatibû binçavkirin ji rojnameya Ozgur Gundem re axiviye û gotiye ‘ez bi Alî Tekdag re hatim binçavkirin û Alî Tekdag digot agahî bidin malbata min dê min bikujin’. Lê dozgerî got; tenê dosyeya Seyfettîn Demîr heye lê dosyeya Alî Tekdag tune ye. Endamekî JÎTEMê paşê axivî û gotibû 120 roj îşkence li Alî Tekdag hatiye kirin û paşê wî birine avêtine ser rêya navçeya Farqînê ya Amedê. Malbata Tekdag serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da û dadgehê Tirkiyeyê mehkûm kir. Tevî vê yekê jî agahî ji Alî Tekdag nehat girtin.”   Çalakî li qadê bi danîna qurnefîlan bi dawî bû.