Li Sine pakrewanên azadiyê hatin bîranîn 2026-11-07 12:00:02   NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê bi merasîmekê pakrewanên azadiyê hatin bîranîn û soza şopandina rêya pakrewanan hate dayîn. Bang li gel hate kirin ku weke mertalek li kêleka malbatên şehîdan bin.   Di 5’ê vê mehê de Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 9 pakrewanên ên xelkê Rojhilatê Kurdistanê eşkere kir.   Bivê boneyê li bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê di pêşengtiya Komîteya Malbatên Şehîdan û Dayikên Aştiyê ve, merasîmek bîranînê hat lidarxistin. Di merasîmê de soza şopandina rêya pakrewanan hate dayîn.   Herwiha di merasîmê de hate gotin ku pakrewanên azadiyê bi xwîna xwe sînorên çêkirî hilweşandin û yekitiya gelê Kurd ya li her çar parçeyên Kurdistanê parast.   Herwiha hate gotin ku ji Kobanê, Şengalê heya Amed, Qamişlo, Hewraman û Sineyê, pakrewanên azadiyê, dijî taritiyek weke DAIŞ’ê, mînaka parastina mirovahiyê bûn.   Komîteya Malbatên Şehîdan ya Rojhilatê Kurdistanê bi navê kesên di merasîma bîranînê de amade, sersaxî ji hemû malbatên pakrewanan, xelkê welatparêz yê Sine û Kurdistanê re xwest.   Di dawiya merasîmê de soza şopandina rêya pakrewanan hate dayîn û bang li gel hate kirin ku weke mertalek li kêleka malbatên pakrewanan bin.   Merasîma bîranînê bi dirûşmeya "Şehîd namirin" dawî bû.