Têkoşîna jinan a didome:Ji bo jinek din neyê qetilkirin em li vir in 2026-11-07 09:05:53     AMED - Jinên tevli ‘Nobeta Jin, Edalet û Bîrê’ bûn wiha gotin: “Ji bo jinek din neyê qetilkirinê em li vir in. Tenê darizandineke di alî cezakirina gumanbar de edaleta em dixwazin pêk nayne. Werin em her roja sêşemê saet di 12.30’an de ji hev re bibin alîkar.”   Li dijî qetilkirinên jinan û politîka bêcezahiştinê têkoşîna jinan her diçe mezin dibe. Yek ji van qadên têkoşînê ‘Nobeta Jin, Edalet û Bîrê’ ya ku 5 hefte ye ji aliyê Tora Têkoşîna Li Dijî Tundiyê ya Amedê ku li ber  Edliyeya Amedê tê meşandinê ye. Di nobetê de çîrokên jinên hatine qetilkirin, çîrokên jinên bi guman jiyana xwe ji dest dane tên parvekirin û balê dikşînin ser polîtîkayên bêcezahiştinê, polîtîkayên ku jinan naparêzin. Jinên tevli nobetê dibin bang dikin ku her kes li dijî vê pergalê dengê xwe bilind bike.   ‘Ji bo em deng derbixin  hewce nake canê me biêşe’   Parêzer Evîn Korkmaz Ekîncî da zanîn ku gumanbar bi bêcezahiştinê tên xelatkirin û bang kir ku divê her kes tevli vê nobeda li dijî bêcezahiştinê hatiye destpêkirin bibin. Evîn Korkmaz Ekîncî wiha dirêjî dayê: “Em dixwazin nobedê bidomînin. Xwezî navê tu jinekê nehatiba xwendin. Em li vir ne tenê ji bo jinên hatine qetilkirin, em ji bo jinên tundî, destdirêjî li wan hatiye kirin li virin. Ji bo jinek din neyê qetilkirin em li virin. Biryarên daraz didin bêcezahiştine. Gumanbar ji vê cesaretê digirin.Hefteya borî me dît ku hevalek me ya jin tevî birîndar bûye biryara tahliyeyê hat dayîn. Ewlehiya canê wê tune ye. Tu hincet qetilkirina jinan nikare rewa bike. Werin her sêşemê saet di 12.30’an de em piştgiriyê bidin hev. Em dengê xwe bilind bikin. Ji bo em deng derbixin hewce nake canê me biêşe.”   ‘Em bertekê nîşanê bêdengiya li dijî qetilkirina jinan didin’   Parêzer Dîcle Gencay da zanîn ku ew çîroka jinên haitne qetilkirin bi rayagiştî re parve dikin û ji bo vê têkoşîna edaletê dimeşînin û got: “Çîrokên jinan xweserin lê tundiya tê jiyîn her tim wekhev e.Serlêdanên wan cidî nayê girtin, tundiya li ser jinan her tim wek hev e. Tevî jin serlêdanê dikin pêşî li tundiyê nayê girtin. Em polîtîkayên bêcezahiştinê dibînin. Mirinên bi guman wek ‘întîxar’ tên nîşandan û hewl tê dayîn ser bûyerê bê girtin. Lê divê ev mirin bên lêkolînkirin.Em bi nobetan hewl didin dengê xwe bilind bikin. Em bertek nîşanê bêdengiya li dijî qetilkirinên jinan, mirinên bi guman didin.”