Gelê Arzoxliyê: Em qadên xwe yên jiyanê biparêzin 2026-11-06 09:06:36   Oznûr Deger-Mijdar Akman   AMED - Gelê Arzoxliyê ev 10 roj zêdetire li dijî projeya GES’ê ku tê xwestin bê çêkirin, li qadan e, peyama ku heta dawî li dijî projeyê li ber xwe bidin didin û diyar dikin ku ev proje wê zirarê bide hemû zindiyan û koçberbûnê ferz bike.   Taxa Arzoxliyê ya navçeya Sûr a Amedê li dijî "Tesîsa Depoya Santrala Enerjiya Rojê û Enerjiyê ya Zenkar-2" li berxwe dide. Gelê Arzoxliyê li dijî talana xwezayê ku wê bi rojeya GES’ê ya li ser qada sît a dîrokî û mêrgê tê avakirin,  bê kirin, çalakiya nobetê  da destpêkirin.   Koçberî tê ferzkirin   Welatiyên ku bi rojane dest ji hemû kar û barê xwe berdane, ji bo ax, av, xweza û pêşeroja xwe li dijî GES’ê li ber xwe didin diyar dikin ku bi vê polîtîkayên dixwazin xwezayê tune bikin, çavkaniya debara wan mêrgê texrîb bikin û wan koçber bikin. Her wiha gundiyan diyar kirin ku mafê jiyana wan ji dest tê girtin û gotin ew ê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin.   Tevî tundiya cendermeyan li qadan e   Welatiyan diyar kirin ku tevî helwesta tundiyê ya çendermeyan armaca wan ne ku zirarê bidin kesî yekane armanca wan pêşî li GES’ê bê girtinê ye û gotin: “Dewlet û cenderme divê ne li alî sermayê li alî dewletê bin.”   Peyama berxwedanê   Welatiyan da zanîn ku biçûk mezin her kes li qada çalakiyê ne û bang li hunermend, rêxistinên civaka sivîl kirin ku her kes tevli çalakiyê bibin. Her wiha gotin heta dawî wê têkoşîna xwe bidomînin û xwestin sermayedar ji axa wan vekişin.