Platforma Jinan a Enqereyê piştgirî da Nobeda Dayikên Aştiyê 2026-11-02 21:31:18   ENQERE – Platforma Jinan a Enqereyê serdana "Nobeda Aştiyê" ya ku ji aliyê Dayikên Aştiyê ve li Parka Kurtuluşê tê lidarxistin kir û bal kişand ser girîngiya têkoşîna kolektîf. Endama platformê Fatma Koçyiğit got, "Jin dê tu carî dev ji têkoşîna aştiyê bernedin."   Nobeda Aştiyê ku ji aliyê endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ve li Parka Kurtuluşê ya Enqereyê hatiye destpêkirin, bi daxwazên wekî azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, avêtina gavên şênber ji aliyê hikûmetê ve di çarçoveya pêvajoya aştiyê û civaka demokratîk de û berdana girtiyên siyasî berdewam dike. Endamên "Barikat Ankara" û Platforma Jinan a Enqereyê ji bo nîşandana piştevaniya xwe ya bi Dayikên Aştiyê re, serdana nobedê kirin. Di dema serdanê de dirûşmên "Bijî berxwedana aştiyê" û "Jin, jiyan, azadî" hatin berzkirin.   ‘Em ê di têkoşîna aştiyê de yekitiya hêza xwe bidomînin’   Eylul Soyluoglu, ku li ser navê Platforma Jinan a Enqereyê axivî, pabendbûna xwe ya bi doza Dayikên Aştiyê re anî ziman û got, "Ev ne tenê serdaneke piştevaniyê ye; em xwedî li wê têkoşîna ku Dayikên Aştiyê bi salan e dimeşînin derdikevin û em ê di vê lêgerîna aştiyê de yekitiya hêza xwe bidomînin. Em têkoşîna wan silav dikin."   ‘Em dixwazin hemû dayik bi hev re bin’   Dayika Aştiyê Nuran Şeşkin bal kişand ser girîngiya hatina cem hev a dayikên Tirk, Kurd û Ereb û anîş ziman ku şerê  bi salan e didome, di nava dayikan de birînên kûr vekirine û got: “Ev 50 sal in, em her roj şer û êşa dil dibînin; xwîn hatiye rijandin û her roj tabût hatine. Ev serdan ji bo me rûmeteke mezin e. Em edalet, mirovahî û wekheviyê dixwazin.”   ‘Bila rondikên hemû dayikan rawestin’   ‘Dayika Aştiyê’ Saadet Oklik, bi gotina ku ew ji bo avakirina şert û mercên aştiyê hatine Enqereyê, bal kişand ser êşên ku dayikên Kurd dikişinin û got: “Dilê dayikên Kurd birîndar e. Me ji bo aştiyê rûyê xwe zivirandiye Enqereyê; em dixwazin  ku dilê tu dayikekê neêşe. Em hemû dayik in; êdî dem hatiye ku rondikên hemû dayikan rawestin. Tevî nexweşiyên me jî me ji bo aştiyê ev rêya dûr û dirêj kişand. Em hatine vir da ku daxwaza azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan bikin. Heke ew azad nebe, em jî azad nînin. Bijî aştî!”   ‘Jin dev ji têkoşîna aştiyê bernadin’   Endama Platforma Jinan a Enqereyê Fatima Koçyîgît, diyar kir ku kesên herî zêde ji polîtîkayên şer zirarê dibînin jin û zarok in û tekez kir ku têkoşîna ji bo aştiyê ne tenê berpirsiyariya gelê Kurd e.   Nobed bi govendê berdewam dike.