‘Ne ji bo şer ji bo perwerdehiya zarokan butçe’ 2026-11-02 09:04:30   ENQERE - Sekretera Jinan a Navenda Egîtîm Senê Sîmge Yardim da zanîn ku butçeya ji bo şer re hatiye zêdekirin û hewcedariyên esas yên perwerdehiyê nayên dîtin û got: “Divê butçe ne ji tarîkat, cemat û sermayê re divê ji zarok û dibistanan re bê veqetandin.”   Hevdîtinên Pêşnûme Qanûna Butçeya Rêveberiya Navendî ya sala 2027’an a ji aliyê Serokomar ve hatiye avakirin li Komîsyona Plan û Butçeyê tê dîtin. Di pêşnûmeyê de ji bo Wezareta Parastinê butçeya 2027’an ji sedî 86.2 hat zêdekirin, lêçûnên ewlehî û parastinê bi giştî derxistin 3 trîlyon û 454 mîlyar lîrayê. Butçeya ji bo Wezareta Perwerdehiya Neteweyî  (MEB) jî ji 1 trîlyonek û 944 mîlyar lîrayî derxistin 2 trîlyon û 459 mîlaryar lirayî û tenê ji sedî 26.5 hat zêdekirin.   Endama Lijneya Rêveberiya Navendî ya Egîtîm Senê û Sekrtera Jinan a Navendî Sîmge Yardim der barê butçeya ku ji MEB’ê re tê veqetandin nirxandin kir.   ‘Her tim butçeya ji bo şer tê zêdekirin’   Sîmge Yardim diyar kir ku butçeya Wezareta Perwerdehiyê têrê lêçûnan nake û vê her tim tînin ziman û got: “Ji bo desthilatdariyan butçe tercîh û polîtîkayek e. Butçe ji şer, sermayê re yan jî ji gel, perwerde û tenduristiyê re tê veqetandin ? Em di her dema butçeyê de vê nîqaş dikin. Lê her tim butçe ji bo şer tê zêdekirin. Di ya 2027’an de jî em vê dibînin.”   ‘Bandor li mafê perwerdehiyê dibe’   Sîmge yardim wiha dirêjî dayê: “Tevî em daxwaza aştiyê bi israr tînin ziman jî, butçeyek zêde ji şer re tê veqetandin. Butçeya ji şer re tê veqetandin, mafê perwerdehiyê ya zarokan bi awayekî cidî bandor dike. Ji ber krîza aborî zarok ji jiyana perwerdeyê qut dibin û neçar dimînin tevli jiyana kar  bibin. Ji bo bûyerên tundiyê yên li dibistanan bê çareserkirin divê  butçe bê veqetandin. Divê butçeya 2027’an bersivê bide hewcedariyê. Lêçûna dibistanan li malbatan tê barkirin. Piranî kes bi mûçeyê asgarî debarê dikin. Ev jî zarokan ji jiyana perwerdeyê dûr dixîne.”   ‘MESEM ne saziyên ku perwerdeyê didin e’   Sîmge Yardim balkişand ser MESEM'ê û da xuyakirin ku di bin navê bernameyên wek MESEM’ê de berê zarokan didin jiyana kar û got bi van bernameyan ji ser MESEM’an ji sermayedarên mezin û şîrketan re çavkanî tê veguhestin. Sîmge Yardim wiha dirêjî dayê: “MESEM ne cihên ku perwerdehiyê didin e. Di bin şertên bê kontrol de zarok tên xebitandin. Zarokên li wir dixebitin ji jiyana xwe dibin. Me mînakên vê dîtin.  Gelek xwendekaran jiyana xwe ji dest dan. Pêkanînên wisa newekheviya di perwerdehiyê de giran dike.  Divê demildest dest ji pêkanînên wek MESEM’ê bê berdan. Divê butçe li gorî vê bê amadekirin.”   'Butçeyeke ku zarokan ji tundiyê rizgar bike tune ye'   Sîmge Yardim di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Butçeya ji emniyet û cendermeyan re tê veqetandi ne tesaduf e. Tundiya li dibistanan wek pirsgirêka ewlehiyê tê dest girtin. Çareserî bi peywirdarkirina nobetdar, parêzvan wêdetir naçe.Tayînkirina peywirdarên elwehiyê bûyerên nû yên tundiyê bi xwe re tîne. Di rojên borî de me ev li Îzmîrê dît. Divê ewil xizmetên şêwirmendiya psîkolojîk baş û têr bin. Butçeyeke ku zarokan ji tundiyê biparêze tune ye. Zarok ji bo butçeya ku ji şer û zimanê şer re tê veqetandin bi bandor dibin. Daxwaza me butçeyeke li alî mafê zarokan e. Hewcedariya me bi pergaleke perwerdehiyê ku hemû lêçûnên zarokan wezaret bike heye. Em dixawzin butçe ne ji şer re ne ji emniyetê re ji MEB’ê re bê veqetandin.”