Rapora mafê zarokan: Pirsgisrêk sîstematîk e, divê bê çareserkirin 2026-10-31 09:08:00   Melîke Aydin   STENBOL - Parêzer Bîlge Çarpici rapora Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê nirxand û got li Tirkiyeyê pergala parastina zarokan piştî binpêkirina maf dikeve tevgerê û got: “Heta ku têkoşîneke bi pergalê re neyê dayîn, em nikarin cînayet û îstîsmarên li dijî zarokan bidin sekinandin.”   Li gorî rapora 6 mehên ewil a sala 2026’an a Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê 344 zarokî jiyana xwe ji dset daye. Li gorî raporê 326 zarok ji ber sedemên ku dikaribûn pêşî lê bê girtin, 18 zarokan jî bi guman jiyana xwe ji dest dane.   Ji Komeleya Ewil Jin û Zarok parêzer Bîlge Çarpici der barê binpêkirinên mafan yên di raporê de derketine holê axivî.   Bîlge Çarpici  got yek pirsgirêka pergala Tirkiyeyê ev e ku li şûna pirsgirêk bê çareserkiri, ewil bê tespîtkirin û mudaxale bêkirin, pir caran piştî binpêkirina maf dikevin tevgerê û got: “Mekanîzmayên mudaxaleya zû û kordînasyon gelek girîng e. Ev kêmasî tune bin wê tedbîrên pêşîgirtinê di cih de bihata girtin.”   ‘Divê îhmal û îstîsmar neyê piştgûhkirin’   Bîlge Çarpici wiha got: “Nîşaneyên rîskên ku zarok dibin de ne dikare bên tespîtkirin. Li dibistan, saziyên tenduristî, yekîneyên xizmeta civakî, li qerekol û  bi rêbazên cuda zarokên di bin rîskan de dikarin bên ferqkirin. Bi neçûyîna dibistanê,bîrîndar bûnê re mirov dikarin destdirêjî, îstîsmarê fêm bikin.Gelek rîsk hene û mirov dikarin fêm bikin. Divê ev neyên piştgûhkirin.”   ‘Divê sazî bi mekanîzmayek hevpar bixebitin’   Bîlge Çarpici balkişand ser teşeyên têkoşîna saziyan û veşartina daneyan û got: “Divê sazî di mekanîzmayên têkoşîna hevpar de hewcewdariyên zarokan bigirin dest û bixebitin. Divê parvekirina daneyan ne bê sînor be; ji ber daneyên şexsî yên zarokan hene û divê ev bên parastin. Bi taybet divê di zimanê nûçeyê de em li vê baldar bin. Agahî tenê di alî hiqûqî û dema pêwist be bi pîvan divê bê parvekirin. Di temenê biçûk de xebitandin, ji perwerdehiyê durxistin, pirsigrêka starbûn û xwedîbûnê girêdayê newekheviyê ne.  Xizanî, îhmal û tundiyê mafdar nake, rîskê zêde dike. divê demildest pêkanînên MESEm’ê bên bidawîkirin. Li gorî raporê di 6 mehand e herî kêm 35 zarokî jiyan axwe ji dset dane. Zarok di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest didin û divê em fêrî vê rewşê nebin. Bi hinceta perwerdehiyê binpêkirin nikare bê rewakirin.”   Mirinên bi guman û pêvajoyên edlî   Bîlge Çarpici li ser 18 mirinên bi guman ên di raporê de û kêmasiyên di pêvajoyên edlî de sekinî û got: “Ev mirin divê bi bandor bên lêkolînkirin. Divê em bi daxuyaniyekê nemînin. Ev rîskê dihewînin. Divê her aliyê bûyerê bê lêkolînkirin û lêpirsînkirin. Her wih adi pêvajoyê edlî de qelsiyên di alî komkirina delîlan de û polîtîkayên bêcezahiştinê jî baweriya civakê tune dike. Bêcezahiştin zirarê dide daxwaza lêgerîna maf jî . Divê îhmalkarî û bêberpirsyarî bi hemû aliyan derkevin holê. Her wiha piranî zarokên jiyana xwe ji dest dane zarokên penaberane. Parastina mafê zarokên penaber mafê esas e. Girtina tedbîrên pêşîgirtinê peywira cemawerî ye. Heta ku têkoşîneke bi pergalê re neyê dayîn, em nikarin cînayet û îstîsmarên zarokan bidin sekinandin.”