ROJEVA 29'Ê COTMEHA 2026'AN 2026-10-29 09:00:00   * Hevseroka MEBYA-DER’ê Hulya Îlbars diyar kir ku ji ber pêvajoyên dozgeriyê giran dimeşin cenaze teslîmê malbatan nehatiye kirin û got: “Malbat tevî êşa giran di aştiyê de bi biryar in. Ji bo girtina cenzeyan şopandina hiqûqî û xebatên bankaya DNA’yê didomin.” DÎMEN HEYE    * Li Pirsûsê komkirina hinaran destpê kir û jinên li baxçeyên hinaran dixebitin diyar kirin ku ew ji krîza aborî bi bandor dibin û gotin: “Keda me ya 25 salî tenê têrî zirara me dike.” DÎMEN HEYE   * Jinên di pêvajoya pevçûnê de zarokên xwe winda kirine, der barê pêvajoya "Aştî û Civaka Demokratîk" de axivîn û diyar kirin ku divê êdî tu dayik negirîn û gotin ew di aştiyê de bi israr in.  DÎMEN HEYE   *Du şahidên der barê tiryak, çete û fuhuşa ku li Amedê her diçe zêde dibe de axivîn, diyar kirin ku zarokan ber bi sûc ve dibin û bi rêbazên cuda jinan dixin nav tora fuhuşê. Şahidan îdia kirin ku ev tor ji girtîgehan heta kolanan  ji karsazan heta cihên kêfî belav dibe. DÎMEN HEYE