Rûlyan Haydar di Maratona Şamê de bû yekemîn 2026-10-24 22:06:17   NAVENDA NÛÇEYAN - Werzişvana Efrînî Rûlyan Heydar, di pêşbirka 5 kîlometreyî ya çarçoveya Maratona Şamê hate lidarxistin de bû yekemîn. Pêşbirk, îro bi beşdariya gelek werzişvanên herêmî, Ereb û navneteweyî pêk hat.   Di maratono ku ji aliyê Wezareta Werzişê ve bi hevkariya Parêzgeha Şamê cara duyemîn li pey hev hate lidarxistin de, çar kategoriyên cuda yên 5, 10, 21 û 42’an kîlometre cihgirt. Pêşbirk, ji Parka Umeyeye dest pê kir û ji meydan û cihên girîng ên paytextê re derbas bû.   Rûksana Heydar a xwîşka Rûlyan Heydar, beşdarî pêşbirka 10 kîlometreyî û birayê wan Ciwan Heydar ê 16 salî jî di maratona 42 kîlometreyî de pêşbazî kir.   Hate diyar kirin ku her sê xwişk û bira ji gundê Hecika yê girêdayî navçeya Raco ya li herêma Efrînê ne û bi werzîşa triatlonê re mijûl dibin. Her wiha hate diyarkirin ku ev xwişk û bira berê jî di gelek pêşbirkên din ên werzişî de dereceyên girîng bi dest xistine.