Lêgerîna jiyaneke li pey azadiyê Rojîn Suruç 2026-10-22 09:04:49   Evîn Çîftçî   RIHA - Dayika Rojîn Suruç a di şoreşa Rojava de jiyana xwe ji dest da, Kadriye Kuytu wiha got: “Keça min zilma ku li Kurdan dihat kirin di temenê biçûk de ferq kir. Ji ber vê yekê di dema şoreşa Rojava de tevli bû.”   Pêvajoya şoreşê ya li Rojava di 2012’an de destpê kir, di alî gelê Kurd de nokteyeke dîrokî ya di navbera hebûn û tunebûnê de bû. Li dijî zîhniyeta DAIŞ’ê ya ku jin tune dihesband û dijminê jinê bû, bi pêşengiya jinan li Rojava berxwedana dîrokî hat jiyîn. Di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de jinan rolek girîng lîstin û ev tenê bi Rojava sînordar nema, il seranserê cîhanê di alî têkoşîna azadiya jinan de bû model.   Yek ji jinên di vê têkoşînê de cih girt Rojîn Suruç (Nurgul Kuytu) ya li navçeya Pirsûs a Rihayê hat dinê bû. Di temenê biçûk de têkoşîna azadiya Kurd nas dike û di berxwedana Rojava de rolek aktîf dilîze. Rojîn Suruç li Kobanê di encama teqîna bombeyî de di 28’ê Çileya 2015’an de jiyana xwe ji dest dide.   ‘Zarokatiya wê li ser erdan derbas bû’   Dayika Rojîn Suruç, Kadiye Kuytu behsa zarokatiya keça xwe kir û wiha got: “Zarokatiya wê li ser erdan derbas bû. Dibistan vedibûn ew li ser erdan bû. Piştî cotmehê em vedigeriyan ew piştre diçû dibistanê. Me her tim êş dikişandin. Ew roj tên bîra min ez xemgîn dibim. Rojîna min wek kesên din zaorkatiyek nejiya.”   ‘Bi xwişka we re çûn Rojava’   Kadriye Kuytu daxuyakirin ku Rojîn Suruç bi xwişka xwe re di pêvajoya şoreşa Rojava de çûye Rojava û got: “Dibistan nû vebibûn. Carnan diçû dibistanê carnan nediçû. Rojekê ji malê derketin. Qet nehat hişê min ku tevli bibin. Min got belkî çûne Pirsûsê cem xwişka xwe. Ez li keça ya mezin geriyam. Got ne li vir in. Piştre me agahî girt ku çûne Rojava.”   ‘Êrîşê me dikin, em bersivê didin’   Kadriye Kuytu ev tişt anî ziman: “Keça min di temenê biçûk de zilma li ser Kurdan ferq kir. Tehemul nekir. Zilm didît. Dixwest di têkoşîna Kurd de cih bigire. Di pêvajoya Rojava de wijdanê wê qebûl nekir, rabû çû. Digot ‘êrîşî me bikin em ê jî bersivê bidin’ û çû. Her du keçên min bi hev re çûn. Ya mezin ji bo alîkariyê çûbû vegeriya lê ya din tevli gerîla bû.”   Kadriye Kuytu di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku keça wê di rêyeke bi rûmet de jiyana xwe ji dest daye û wiha vegot: “Niha aştî bê ez ê bêjim ‘daxwaza te hat cih’ û ez ê kêfxweş bibim. Çûyîna wan vala nîn bû. Yên li girtîgehan, yên li çiyan, yên şehîd ketine şaşî nekirin. Tenê li mafê xwe geriyan.”