ROJEVA 21'Ê COTMEHA 2026'AN 2026-10-21 09:00:00     * Aynur Bîldîk derbarê konferansa ku Xwendekarên Komunîst wê pêk bînin de axivî û got bi polîtîkayên şerê taybet dixwazin jinên ciwan di kalibên "makul" de heps bikin û da zanîn ku yekan bersiva li dijî êrîşan parastina cewherî, rêxistinbûn û komunbûna li kampusan e. BI DÎMEN    * Yildiz Damla da zanîn ku hevala wê Hatun Aslan ya jiyana xwe ji dest da, ev 10 sal bû tevî hemû zor û zehmetiyan cenazeyên gerîla şuştine û ji ber madeyên kîmyewî yên di êrîşan de hatine bikaranîn, di kezeba herduyan de jî nexweşî çêbûye û tevî vê Hatun Aslan tu car şûnde gav navêtiye. BI DÎMEN    *Çagla Ozgençturk a SYKP’î diyar kir ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk zelal nameşe û got: “Divê em ne aliyê ku dipên an jî temeşa dikin bin. Divê em bibin tifaqa xeta têkoşîna hevpar.” BI DÎMEN   * Li bajaroka Gundikê Melê ya Şirnexê ku 32 sale şaredariya wê heye ji bo jinan Navenda Jiyanê ya Jinan tê vekirin. Heşaredara bajarokê Gulsum Atak diyar kir ku li vê navendê ji bo jin û zarokan wê atolyeyên cur bi cur hebin. BI DÎMEN