ROJEVA 13'YÊ COTMEHA 2026'AN 2026-10-13 09:00:00     * Doga Şîn a di têkoşîna azadiya kurd de jiyana xwe ji dest da bi salan li dû heqîqetê meşiya û dev ji têkoşîna xwe berneda. Ew bi têkoşîna xwe bû sembola azadiyê. DÎMEN HEYE    * Piştî lêgerîneke bîst salî, birayê mezin û keçxaltiya Cihan Zilanê gora wê dîtin, bi vî awayî birayê wê soza ku dabû dayika xwe bi cih anî û piştî van hemû salan kevirê ser gorê dîtin. BI DÎMEN    * Li bajarê Rihayê ku di warê bûyerên tundiya li dijî jinan û kuştina jinan de di rêzên pêşîn de ye, di nava şeş mehên borî de, 107 jinan ji bo piştgiriya hiqûqî  52 jinan jî ji bo piştgiriya derûnî serî li Komeleya Piştevaniya Jinan a Yaşameviyê dane.    *Aynzeliha Çetintaş, ya ku li Hewagê bi nêzîkbûna zivistanê re ji tiriyê rezê xwe dims û bastîqê hildiberîne got: "Em ji wê dimsa ku çêdikin tu kare bi dest naxin, em tenê hewl didin ku çanda xwe ji zarokên xwe re ragihînin." BI DÎMEN