Astengkirina tehliyeyan a li Sîncanê li ber Wezareta Edaletê hat protestokirin 2026-10-12 15:05:10   ENQERE - Platforma Saziyên Demokratîk astengkirina tehliyeyan a li Girtîgeha Jinan a Sîncanê li ber Wezareta Edaletê protesto kir û diyar kir ku azadiya du xwişkên girtî Nuriye Adet û Devrîm Gulşen Adet e 7 sal in tê xespkirin.   Platforma Saziyên Demokratîk, ji bo girtiyên ku tehliyeyên wan li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tên astengkirin li ber Wezareta Edaletê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de dowîzên bi nivîsa “Deng bide girtîgeha jinan a Sîncanê” hatin hilgirtin û dirûşmên “Bila girtiyên siyasî serbest werin berdan” hatin berzkirin. Nesîl Çîftçî ku li ser navê platformê daxuyanî da, bi bîr xist ku tehliyeya Nuriye Adet û Devrîm Gulşen Adet ên ku 32 sal û nîv in girtî ne cara pêncemîn hate taloqkirin û got: "Mafê azadiyê yê du xwişkan ê bi giştî heft salan ji destê wan hat girtin."   Nesîl Çîftçî diyar kir ku tehliyeya du xwişkên girtî ji aliyê Lijneya Îdarî û Çavdêriyê ve bi hincêtên vala tê astengkirin û destnîşan kir ku biryarên astengkirinê keyfî ne û ev tişt got: “Lijneyên Îdarî û Çavdêriyê sûc dikin, hema hema mîna dadgeheke paralel tevdigerin. Di ser dosyayên ku girtî pê hatine darizandin, ceza girtine û cezayê xwe înfaz kirine re darizandina duyemîn dikin. Sînorên hiqûqê derbas dikin, xwe wek meqamên darazê dibînin û azadiya girtiyan bi biryarên keyfî asteng dikin. Divê tavilê erka xwe bi cih bînin. Çavên xwe ji vê nediyarî û bêhiqûqiyê re negirin. Dawî li astengkirina tehliyeyên girtiyên polîtîk a bi hincêtên keyfî bînin. Nuriye Adet û Devrîm Gulşen Adet di serî de, mafê azadiyê yê hemû girtiyên ku mafê wan ê tehliyeyê tê astengkirin qebûl bikin.”