Li dijî tundiyê tecrûbeyên cîhanê vegotin 2026-10-10 16:54:31   STENBOL - Jinên ku tecrûbeyên navneteweyî yên di têkoşîna li dijî tundiya li  jinan parve kirin, gotin, "Her çend em bi zimanên cuda diaxivin jî em bi pirsgirêkên wekhev re rû bi rû dimînin. Jin hewceyî cihên ku ew ne tenê dikarin li ser tundiya ku ew dijîn biaxivin, ew di heman demê de divê ji bo rizgarbûnê piştgiriyek berbiçav jî bistînin. Divê ev xizmet werin parastin û ji hêla çavkaniyên têrker ve werin piştgirîkirin."   Weqfa Stargeha Jinan a Mor Çati li otêlek li Stenbolê konferansek bi navê "Navendên Piştgiriyê di Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan de: tecrûbeyên Navneteweyî" li dar xist. Rûniştina duyemîn a konferansê ya bi sernavê "Berdewamkirina Navendên Piştgiriyê bi rêya Cûrbecûriyê" bû. Moderatoriya rûniştinê ji hêla  dildara Mor Çati Selîme Buyukgoze ve hate  kirin.   Ji Navenda  Pîsa ya li Dijî Tundiyê (Centro Antiviolenza Pisa) Francesca Pidone axaftina xwe kir.  Francesca Pidone bal kişand ser girîngiya cihên ewle ji bo jinan, da ku ji tundiyê xwe biparêzin û bi rêya piştevaniyê hêzê bi dest bixin.   Lucia Avila Carriîlo derbarê Komeleya Asociación Por Ti Mujer)de agahî dan ku komeleyeke di sala 2009'an de li Valencîaya Spanyayê ji aliyê jinên koçber ve hatibû damezrandin û îro jî di bin serokatiya jinên koçber de xebatên xwe didomîne.   Konferans bi rûniştineke forumê ya ku ji çapemeniyê re girtî ye, berdewam kir û dê piştî formê bi dawî bibe.   .