ROJEVA 10'Ê COTMEHA 2026'AN 2026-10-10 09:00:00     * Civaknas Eylem Kaya balkişand ser tundiya dîjîtal û got gelek caran ev wek tundî nayê dîtin û balkişand ser bandora tundiya dîjîtal a li ser jin û zarokan. Eylem Kaya wiha got: “Mekanîzmayên ku jin li dijî tundiya dîjîtal serî lê bidin hene. Em bi xebatên li Amedê dimeşînin hewl didin tundiya dîjîtal bidin xuyakirin.” DÎMEN HEYE   * Hevseroka Zimangeh-Der Adîle Kutlar da zanîn ku serlêdanên ji bo Zimangeh-Der ya piştî 13 salan şûnde li Geverê hatine vekirin didomin û got nêzîkatiya li hember ziman gelek girîng e û wiha got: “Divê ewil em zimanê xwe fêr bibin û pêş bixînin.” DÎMEN HEYE   * Endama Heyeta Ciwanên Enternasyonalîst Isabelle Marie Whittenberg diyar kir ku fikrên Rêberê Gêlê Kurd Abdullah Ocalan tenê bi tevgera Kurd sînor nîne û got: “Fikrên wî enterasyonal in. Pirtûk û îdeolojiya Abdullah Ocalan çarçoveyeke ku em ji nûve bifikirin datîne holê." BI DÎMEN    *Jinên ku ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 9'ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin kolanan, diyar kirin ku mafên Gelê Kurd û azadiya rêberê wan nayên muzakerekirin û gotin: "Dê heta azadiya Abdullah Ocalan em ê li kolanan li ber xwe bidin." BI DÎMEN