Li bajarên Egeyê komploya 9’ê cotmehê hat protestokirin 2026-10-09 20:39:12   NAVENDA NÛÇEYAN - Li 5 bajarên Egeyê komploya navneteweyî ya 9’ê cotmehê hat protestokirin û azadiya Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan hat xwendin. Her wiha di daxuyaniyan de ji bo aştiyeke mayînde banga avêtina gavên şênber hat kirin.   Li Îzmîr, Aydin, Denîzlî, Manîsa û Muglayê komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê hat portestokirin. Di çalakiyan de daxaza azadiya Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat xwestin.   Îzmîr   Li Îzmîrê Platforma Saziyên Demokratîk li ber Avahiya OSYM ya Konakê komploya navneteweyî protesto kir. Di daxuyaniyê de pankarta “Ji bo Aştî û Civaka Demokratîk azadî bo Rêber Apo” hat vekirin, dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê serok jiyan nabe”, “Avakarê aştiyê li Îmraliyê ye” hatin berz kirin. Daxuyanî li ser navê girseyê ji aliyê Emîne Bozdag ve hat xwendin.   Emîne Bozdag diyar kir ku armanca komploya navneteweyî tasfiyekirina têkoşîna azadiyê ya Kurdan e  û wiha got: “Îradeya ku dixwazin tasfiye bikin îro ji berê xurtir e. Fikrê ku dixwazin bêdeng bikin îro bi milyonan kes dibêjin. Hêviya aştiyê ya ku dixwazin tune bikin îro veguheriye daxwaza hevpar a gelan. Israra Rêber Ocalan a ku bi salan e dimeşîne ya ji bo çareseriya demokratîk, delîla herî xurt a valaderxistina komployê ye. Ji ber ku dîrokê nîşan daye ku îradeya azadî û demokrasiyê ya gelan bi tu komployê, bi tu polîtîkaya tecrîdê û bi tu zextê nayê tinekirin. Gelê Kurd li dijî polîtîkayên înkar, tinekirin û asîmîlasyonê yên ku sedsalekê derbas kirine, bi berdêlên mezin têkoşîna azadî û demokrasiyê anî ye heta îro. Bi hêza ku vê têkoşîna dîrokî afirandiye, îro rêya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk vekiriye.”   ‘Nebin siya li ser aştiyê’   Piştî axaftina Emîne Bozdag, Parlementerê Îzmîrê ya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti)  Bûrcûgul Çûbûk axivî û diyar kir ku ew dixwazin ku tecrîd bişikê, dema behsa zimanê zikmakî tê kirin reaksiyoneke alerjîk neyê nişandan û dema behsa Ocalan tê kirin kes xwe aciz neke û wiha got: Em dixwazin ku dengê kesê ku dibêje aştî, dengê kesê ku ji bo aştiyê têdikoşe neyê qutkirin, bi provokasyonan neyê hewl dan ku bê bêdengkirin. Em banga xwe dubare dikin: Nebin sîya li ser aştiyê! Ji ber ku em dizanin çawa em ê ji wan sîyan xilas bibin. Ger hewce bike em bi sîyan re jî dimeşin, em derdikevin tavê jî! Banga me ji we re jî di vî warî de ye; dest ji astengkirinê berdin!”   Aydin   Li navçeya Sokeyê ya Aydinê ji bo protestokirina komploya 9’ê Cotmehê li Qada Newrozê ya Savûcayê daxuyaniyeke çapemeniyê hate dayîn. Di daxuyaniya ku tê de pankarta “Na ji komployê re, azadî ji bo Birêz Ocalan” hat vekirin de, metn ji aliyê Hevserokê DEM Partiyê Ya Aydinê Medya Atak ve hate xwendin. Medya Atak diyar kir ku israra Abdullah Ocalan a ku bi salan e ji bo çareseriya demokratîk dimeşîne, delîla herî xurt a valaderxistina komployê ye û da zanîn ku îradeya azadî û demokrasiyê ya gelan bi tu komployê, bi polîtîkaya tecrîdê û bi tu zextê nayê tinekirin.”   Denîzlî   Li navçeya Merkezefendiyê ya Denizliyê, li avahiya navçeya Merkezefendiyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo protestokirina komploya 9ê Cotmehê daxuyaniyeke çapemeniyê hate dayîn. Di daxuyaniya ku tê de pankarta “Ji bo aştiyê û civaka demokratîk azadî ji bo Birêz Ocalan!” hat vekirin de, metnê çapemeniyê ji aliyê Hevseroka DEM Partiyê ya Denizliyê Cevahir Kayar ve hate xwendin. Cevahîr Kayar diyar kir ku divê demildest şert û mercên ku Abdullah Ocalan bikaribe bi awayekî azad bijî û bixebite bên avakirin û got: “Hebûn û nasnameya gelê Kurd divê bi destûrî bê misogerkirin.”   Manîsa   Welatiyên ku li ber avahiya Rêxistina Navçeya Tûrgûtlûyê ya DEM Partiyê hatin gel hev, komploya navneteweyî ya ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, protesto kirin. Di daxuyaniyê de pankarta bi nivîsa “Komploya na, Azadî ji bo Birêz Ocalan” û “Komployê re na, Azadî ji bo Ocalan” hate vekirin, her wiha dirûşmên “Silav silav, hezar silav ji Îmraliyê re” û “Nûnerê aştiyê li Îmraliyê ye” hatin berzkirin. Di daxuyaniya çapemeniyê de ku ji aliyê Hevseroka Bajar a DEM Partiyê ya Manîsayê Evîn Gunsel ve hate xwendin, hate diyar kirin ku komploya navneteweyî ya di 9’ê Cotmeha 1998’an de hat destpêkirin ne tenê derxistina Abdullah Ocalan a ji Sûriyeyê armanc kiriye û wiha got: “Ev komplo di heman demê de destwerdaneke li dijî îradeya azadiyê ya gelê Kurd û hêviya çareseriya demokratîk bû.”   Mûgla   Rêxistina DEM Partiyê ya Mûglayê têkildarî komploya navneteweyî li Qada Sinirrsizlik ya Mûglayê daxuyaniyeke çapemeniyê li dar xist. Daxuyaniyê de pankartên “Azadî ji bo Birêz Ocalan” û “Azadî ji bo biraz Ocalan” hatin vekirin, ji aliyê Hevserokê Bajêr ê Mûğlayê Mehmet Çelîk ve hate xwendin. Mehmet Çelîk diyar kir ku gelê Kurd li dijî polîtîkayên înkar, tinekirin û asîmîlasyonê yên ku sedsalekê derbas kirine, bi berdêlên mezin têkoşîna azadî û demokrasiyê aniye heta îro û wiha axivî: “Çareseriya demokratîk û hiqûqî ya pirsgirêka Kurd divê bê misogerkirin. Astengiyên li pêşiya siyaseta demokratîk divê bên rakirin. Azadiya Rêber Ocalan ne lûtuf e, pêdiviyeke dîrokî ya çareseriya demokratîk û aştiyeke bi rûmet e. Rêber Ocalan ê ku 28 sal in li Îmraliyê tê ragirtin, bêyî ku azad bibe ne meşandina pêvajoyê ne jî mayindebûna aştiyê ne pêkan e. Ji ber vê yekê daxwaza azadiya Rêber Ocalan, divê bibe daxwaza hevpar a hemû kesayetên civakî û hêzên demokratîk ên ku li Tirkiyeyê demokrasî û aştiyê dixwazin. Azadiya gelê Kurd ji azadiya gelên Tirkiyeyê, çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd jî ji demokratîkbûna Tirkiyeyê nayê cuda dîtin. Mayindebûna aştiyê bi xurtbûna bi hev re ya hiqûq, edalet, wekhevî û siyaseta demokratîk ve girêdayî ye. Em ê ji bo azadiya Rêber Ocalan, çareseriya demokratîk û hiqûqî ya pirsgirêka Kurd, demokratîkbûna Tirkiyeyê û paşeroja wekhev û azad a gelan têkoşîna xwe bidomînin.”