Nivîskara Kurd xelata pirtûka Alman a 2026’an wergirt 2026-10-06 15:15:54   NAVENDA NÛÇEYAN -Nivîskara Kurd Şîda Bazyar a li Almanyayê dijî, duh bi romana xwe ya binavê “Valahî” xelata Pirtûka Alman a 2026’an wergirt.   Nivîskara Kurd Şîda Bazyar a li Almanyayê dijî, duh bi romana xwe ya binavê “Valahî” (Die Lücken) xelata Pirtûka Alman a 2026’an wergirt. Ev xelat wekî yek ji girîngtirîn xelatên wêjeyî yên wêjeya Almanî tê hesibandin û her sal di destpêka Fûara Pirtûkan a Navneteweyî ya Frankfurtê de tê dayîn.   Pirtûk wekî "romaneke li dijî bêxemiyê" hate binavkirin   Juriyên xelata Pirtûka Alman a 2026’an, diyar kir ku pirtûka bi navê "Valahî" bi rêya çîrokên karakterên cûda çîroka nêzî sedsalek dîroka Alman vedibêje. Roman, mijarên wekî bîra dîrokî, koçberî, nijadperestî û aîdiyetê vedibêje. Çîrok li cihekî xeyalî yê bi navê Heimsbach a li herêma Hunsrûckê derbas dibe û li vir çîrokên malbatên Cihû, malbatên ku ji serdema Naziyan sûd wergirtine û malbatên koçber ên Kurd di demên cûda de bi hev re girê dide. Juriyê, berhem wekî "romanek li dijî bêxemiyê" bi nav kir.   Şîda Bazyar, di sala 1988’an de li bajarê Hermeskeil ê Almanyayê ji dayik bû. Li gorî çavkaniyê Almanî, dayîk û bavê wê çalakvanên siyasî yên komunîst bûn û di sala 1987’an de piştî Şoreşa Îslamî, ji Îranê derketin û penaberî Almanyayê bûn.   Mijarên koçberî û jiyana piştî koçberiyê digre dest   Şîda Bazyar, di berhemên xwe de mijarên koçberî, sirgûnî, jiyana piştî koçberiyê û encamên civakî yên tepeserkirina siyasî ya li Îranê digre dest. Romana wê ya ewil a binavê "Şevên li Tehranê Bêdeng in" çîroka malbatekê ku ji ber tepeserkirina siyasî koçî Almanya kiriye vedibêje. Pirtûka "Valahî" romana sêyemîn a Şahî Bazyar e   Di fînala Xelata Pirtûka Alman de şeş roman pêşbazî kirin. Juriya ku ji heft kesan pêkdihat, bi tevahî 205 berhemên ku di navbera Cotmeha 2025 û Îlona 2026’an de hatine weşandin nirxandin. Xelata yekemîntiyê 25 hezar euro ye û ji bo her yek ji pênc nivîskarên din ên finalist jî 2 hezar û 500 euro tê dayîn.