87 rêxistin û saziyên civaka sivîl banga rawestandina darvekirinan kir 2026-10-03 12:56:11   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi nêzbûna 10’ê Cotmehê, roja cîhanî ya li dijî cezayê darvekirinê, 87 rêxistinên mafên mirovan û saziyên civaka sivîl banga rawestandina hemû cureyên darvekirinên li Îranê kir.   87 rêxistin, saziyên civaka sivîl, komên siyasî û parêzvanên mafên mirovan, bi boneya nêzbûna 10’ê Cotmehê, roja cîhanî ya li dijî cezayê darvekirinê, bi daxuyaniyeke hevpar banga rawestandina hemû cureyên darvekirinan li Îranê kir.   Îmzevanan bal kişand ser mafê jiyanê û cezayê darvekirinê weke pêkanînek ku divê bê bidawîkirin bi nav kirin û daxwaza xwe ya hevpar bi dirûşma ‘Na ji cezayê darvekirinê re’ ‘Divê li Îranê ji bo tu kesê cezayê darvekirinê tunebe’ anîn ziman.   Di daxuyaniyê de banga rawestandina darvekirina li Îranê tavilê dike. Her wiha bal kişand ser pêwîstiya belgekirina binpêkirinên li ser mafê jiyanê, îşkence û darizandinên neheq.   Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku divê belgeyên têkildarî binpêkirinên mafên mirovan tenê di raporan de nemînin divê di çarçoveya prensîbên darizandina dadwer de bên bikaranîn. Ji bo ku berpirsiyariya cezayî ya kesên ku fermana van kiryaran dane û pêk anîne bên tesbîtkirin û pêvajoyên yasayî li ber dezgehên dadwerî yên neteweyî û navneteweyî yên pêwendîdar bên destpêkirin.   Di daxuyaniyê de îşaret bi rapor û belgeyên ku ji aliyê rêxistinên mafên mirovan ên serbixwe û mekanîzmayên navneteweyî yên der barê binpêkirinên mafê jiyanê, îşkence û darizandinên neheq li Îranê hatine weşandin dikin. Di daxuyaniyê de her wiha encamên Mîsyona Lêkolîna Rastiyan a Serbixwe ya Neteweyên Yekbûyî li ser tepeserkirina xwepêşandanên li Îranê jî cih digre.   Ev bang di demek ku darvekirin li Îranê tevî yên têkildarî dozên siyasî û ewlehiyê û her wiha xwepêşandanan, ji bo rêxistinên mafên mirovan mijarek girîng e de hat kirin. Îmzevan daxwaz dikin ku belgekirina van dozan dê bibe sedema pêvajoyên yasayî dê hesabpirsîn ji bo hem sûcdar û hem jî ji bo kesên ku fermana darvekirinê dane misoger bibe.   Bi vê bangê re, posterên ku di çarçoveya ‘Roja cîhanî ya li dijî cezayê darvekirinê’ de hatine weşandin, balê dikşînin ser pêvajoya hefteyekê ku tê de darvekirin û kiryarên di daxuyaniyê de wek ‘sûcên li dijî mirovahiyê li Îranê’ hatine binavkirin dê bên şermezarkirin. Di posterên kampanyaya protestoyê de wek 6-13’ê Cotmehê diyar dikin û bang li raya giştî dikin ku piştgirî bidin daxwaza rawestandina darvekirinan.   Daxuyanî her wiha armanca kampanyayê radixe ber çavan, veguherandina dijberiya li hemberî cezayê darvekirinê ji bo daxwazeke civakî ya berfireh, bi taybetî, afirandina daxwazek ji bo rawestandina tavilê ya darvekirinan û dijberiya li hemberî sepandin û pêkanîna cezayên darvekirinê li Îranê armanc dike.   Daxuyanî bi dubarekirina dirûşmên ‘Na ji cezayê darvekirinê re’ û ‘Divê li Îranê ji bo tu kesî cezayê darvekirinê tunebe’ bi dawî bû.