Atolyeyên belaş yên ji bo zarokan dest pê dikin 2026-10-02 16:55:12   AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi armanca ku tevkariyê li pêşketinên civakî, hunerî û derûnî yên zarokên di navbera 9-14 salî de bike, di 5 branşên cuda de xebatên atolyeyê yên belaş dide destpêkirin. Serlêdanên ji bo atolyeyên ku dê di 12ê Cotmehê de dest pê bikin, wê heta 7ê Cotmehê bi rêya online bên kirin.   Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî, Şaxa Xizmetên Zarokan, ji bo ku rê bide zarokan ku jêhatiniyên xwe keşf bikin û xwe di warên cuda de pêş bixin, xebatên atolyeyê yên serdema nû dixe meriyetê.   Armanc ew e ku bi xebatên ku di bin çavdêriya perwerdekarên pispor de bên kirin, pêşketinên civakî, hunerî û derûnî yên zarokan bên piştgirîkirin.   Perwerde Wê Di 5 Branşên Cuda De Were Dayîn   Di bernameya atolyeyê de ku dê derfetê bide zarokan ku li gorî berjewendî û jêhatiniyên xwe xwe pêş bixin, 5 branşên cuda cih digirin.   Bi Atolyeya Wêne re tê armanckirin ku zarok cîhana xwe ya xeyalî bi rêka reng û xêzan îfade bikin û jêhatiniyên xwe yên hunerên dîtbarî pêş bixin.   Di çarçoveya Atolyeya Drama de, bi xebatên drama ya afirîner re tê armanckirin ku jêhatiniyên ragihandinê, baweriya bi xwe û empatiyê yên zarokan bên piştgirîkirin.   Bi Atolyeya Hunerê Bingehîn a Ekolojîk û P4C (Felsefe ji bo Zarokan) re, dema ku hişmendiya xwezayê bi hunerê re tê gel hev, tê armanckirin ku tevkariyê li jêhatiniyên xebitandina rexnegir, afirîner û pirsiyar ên zarokan bike.   Di çarçoveya Atolyeya Piyano de perwerdeya muzîkê ya bingehîn wê bide zarokan; ji bilî hestên rîtmê, xebatên ji bo pêşxistina hîssiyariya bihîstinê û koordînasyona enstrûmanan wê bên kirin.   Bi Atolyeya Kodkirina Robotîk re jî wê tevkariyê li jêhatiniyên xebitandina algorîtmîk, çareserkirina pirsgirêkan û hilberîna dîjîtal ên zarokan were kirin.   Atolyeyên bêlaş ên ku ji bo zarokên di koma temenî ya 9-14 salî de hatine amadekirin, heta 7ê Cotmehê dikarin bi rêya forma serlêdana online bên kirin. Piştî pêvajoya serlêdanê, perwerde wê di 12ê Cotmehê roja duşemê de dest pê bike.   Atolye Wê Di Nava Hefteyê De Di Du Koman De Bên Lidarxistin   Atolyeyên ku dê li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê bi awayekî bêlaş bên lidarxistin, bi kontenjaneke sînorkirî di nav her hefteyê de her roj sibê û piştî nîvro di du koman de bên organîzekirin.   Perwerde wê di navbera saet 08.30-12.00 û 13.30-16.30 de bên kirin. Atolye wê di tevahiya sezona perwerdehiyê de berdewam bikin.   Forma Serlêdana Online: