Kovara Nîsan bi sernavê 'Parastina herî baş xwe rêxistinkirin e' derket 2026-10-01 13:52:49   NAVENDA NÛÇEYAN - Kovara Nîsan bi hejmara xwe ya nû gihişt ber destê xwendevanan. Di hejmara nû de destkeftiyên ku bi rizgarkirina Şengalê re hatine afirandin û pîrozbahiyên li dora quban, girîngiya xwerêxistinkirin û xweparastina jinên êzidî hatine destgirtin.   Kovara bîrdozî, civakî û çandî ya Nîsan bi zimanê Kurdî û Erebî 3 mehan carekê weşanê dike, derket. Hejmara vê carê girêdayî pêvajoya ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin, bi dirûşma "Parastina Herî Baş Xwe Rêxistinkirin e"derket.   Di vê hejmara nû de, mijarên wek salvegera 11’emîn a rizgarkirina Şengalê, xweparastin û jiyana komînal hatine nirxandin. Wek tê zanîn li beramberî her cure êrîş û tûndiyan Yekîneyên Jinên Şengalê(YJŞ), weke yekemîn arteşa serbixwe ya jinên Êzîdî di dîrokê de, di encama berxwedana li dijî ferman û qirkirina 3’ê Tebaxa 2014’an de derket holê. Ev hêz ne tenê wekî arteşeke leşkerî, di heman demê de wekî şoreşeke hişmendiyê ya jinên êzîdî tê nirxandin. Di rizgarkirina Şengalê (ku di 13’yê Mijdara 2015’an de bi ser ket) de, şervanên YJŞ’ê li eniyên pêş şer kirin û ala xwe li navenda bajarê Şengalê çikandin.   Pîrozbahiyên quban ku di meha Îlon û destpêka Cotmehê de tên pîrozkirin, îfedeya herî zelal a girêdana civaka Êzîdî ya bi ax û koka wan ve ye. Ev pîrozbahî nîşan didin ku bax û baxçeyên baweriyê çiqas kûr in. Dema em li vê bîra çandî dinhêrin, em dibînin ku vîna di pîrozkirina van quban de heyî di 13’yê Mijdara 2015’an de li Şengalê nîşan da ku ti ferman nikare pîroziyên vê civakê ji bîra dîrokê bibe; her qubek ku îro tê xemilandin, bi rengê berxwedan û vîna azadiyê geş dibe. Ew destê ku quban dixemilîne, bi heman bawerî û vînê ax û hebûna xwe ji tarîtiyê rizgar kir. Bi berxwedanî û serkeftina dîrokî ya 13’yê Mijdara 2015’an hêzên parastina Şengalê ji êş û azarên civaka Êzîdî re bû  hêvî, behn stendinek û  têkoşîna xwe domandinê. Di vê hejmara kovara Nîsan de hûn dikarin bi hîn berfirehî wate û girîngiya Şengalê û pîrozbahiyên cimayiyan fêr bibin.   Di hêjmara 6’emîn a kovara Nîsan de cihekî taybet ji bo 11’min salvegera rizgarkirina Şengalê hatiye veqetandin. Her wiha di van 11 salên derbasbûyî de têkoşîna jinên Êzîdî meşandî, çîrok û serpêhatiyên ji fermanê di kovarê de cihe xwe girtiye. Dîsa ciheke girîng ji komploya navnetewî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Hevpeymana 9’ê Cotmehê ku li ser gelê Êzîdî weke komployek hat plankirin û dîsa ji aliyê civaka êzidî ve ev komplo vala hat derxistin hatiye dayîn.   Di kovara Nîsan de hûn dikarin nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên di derbarê xweparastinê jî bibînin. Di beşa Jineolojî de, di modernetiya demokratîk de jin û malbat hatiye nirxandin. Di beşa Star de ji nirxandina fermandariya YJŞ’ê re cih hatiye veqetandin. Berxwedana dîrokî ya 13’yê Mijdarê ku di deman demê de dîroka rizgarkirina Şengalê ye di beşa Nirxandinê de hatiye destgirtin. Di hejmara vê carê de rojnamevana nemir Gûrbetellî Ersoz jî nehatiye jibîr kirin û mîrasa ku ji bo ragihandinê û ji bo tevgera azadiya gelê Kurd hiştiye hatiye nirxandin.   Di rûpela Bîr û Bawerî de cih ji cimayî, cejna hevgirtin û berxwedana Êzîdiyan re hatiye dayîn. Di heman demê de, di rûpela  Sitiya Nexşa, Stêrkên Welatê Rojê, Çîrokên Fermanê, Serpêhatî, Tendûristî, Hêviyên Êzîdxanê û Helbestê de ciheke girîng ji têkoşîna jinên Êzîdî ku 11 salin xwe di rêxistin û rêveberinê de hatiye veqetandin.   Weke di kovarê de jî hatiye gotin: “Jinên ku şopên fermanan bi vîn û azadiyê reşandine, îro ne tenê xemilandina quban, di heman demê de hêmaya berxwedan, parastin û siberoja serbilind a civaka Êzîdî ne. Ji agirê fermanê heta taca azadiyê; xweparastin û destkeftiyên jinên Êzîdî îro bûne temînata herî mezin a parastina qub, ax û hebûna Şengalê.”   Xwendevanên ku dixwazin xwe bighînin hejmara nû ya Kovara Nîsan, dikarin serdana malpera TAJÊ bikin.