Hejmara Cotmehê ya Newaya Jin derket 2026-10-01 10:17:20   NAVENDA NÛÇEYAN  - Newaya Jin di hejmara xwe ya Cotmehê de ji şehîdên azadiyê heta bi qanûna çarçoveyê, ji girtîgehan heta bi aboriya komînal, ji têkoşîna li dijî tundiya zayendî heta bi portreyên jinan gelek sernav nirxand.   Hejmara Cotmehê ya rojnameya Newaya Jin bi manşeta "Ji komployê heta bi muzakereyê. Sembolên berxwedanê" derket. Di hejmarê de ji komploya 9'ê Cotmeha 1998'an a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heta bi Bêrîtan (Gulnaz Karataş) ku sala 1992'an li Xakurkê li dijî xiyanet û nokeriyê bi berxwedana xwe bû sembol, gelek mijar hatin nirxandin.   Di hejmara rojnameyê de şehadetên ku ji ber mercên şer beriya niha nekarî bêne ragihandin, lê nû hatin ragihandin û bîranîn hate nirxandin. Her wiha bûyerên piştî qebûlkirina qanûna çarçoveyê ya li Meclîsê, di çarçoveya pêvajoya entegrasyona demokratîk de sernavên hiqûqî û siyasî yên ketin rojevê hatin nirxandin.   Rojnameyê di serî de girtiyên nexweş û extiyar ên li girtîgehan rewşa girtî û hikumxwaran nirxand. Rojnameyê mijarên komîn û aboriya komînal, têkoşîna ji bo 'qanûna yekpare' ya li Fransayê ku li dijî tundiya zayendî ye û tê payin ku bikeve rojeva parlamentê, jineolojî, nirxandinên li ser karên Ewropayê, tip û ji qada siyasetê heta bi portreyên jinan gelek mijaran pêşkêşî xwendevanan dike.   Di şexsê Bêrîtan de şehîdên azadiyê hate nirxandin. Di hejmara Cotmehê de nivîsa Raperîn Mûnzûr a bi sernavê "Bêrîtan dengê civaka berxwedêr e" cih girt. Mûnzûr bal kişand ser jiyan û bexwedana Bêrîtan û cihê wê di nava têkoşîna azadiyê ya jinê û Kurdan de kir.   Nazan Ustundag di nivîsa xwe ya bi sernavê "Qanûna çarçoveyê derket. Ya piştre?" pêvajoya muzakereyê ya têkoşîna azadiyê ya Kurd nirxand. Nazan Ustundag kêmasiyên qanûna çarçoveyê û pirsgirêkên di pêvajoya muzakereyê de dikarin rû bidin nirxand û derdorên ku li derveyî qanûnê hatine hiştin, mafê tevlîbûna li siyasetê û statuya hiqûqî ya Rêber Apo vegot.   Hiqûqnas Ayla Akat Ata qanûna çarçoveyê ya li Meclîsê hate qebûlkirin ji perspektîfa hiqûqê nirxand. Ayla Akat Ata diyar kir ku aştî ne tenê bêdengbûna çekan e û destnîşan kir ku ji bo aştiyeke mayinde divê sîstemeke hiqûqê bê avakirin ku zemîna siyaseta demokratîk û pergala demokratîk garantî bike.   Parêzer Newroz Ûysal jî di nivîsa xwe ya li ser girtîgehan de li gel bandora gengaz a qanûna çarçoveyê ya li ser girtîgehan, her wiha pirsgirêkên girtî û hikumxwaran nirxand ku ji ber bicihneanîna qanûnên heyî derdikevin pêşiya wan. Newroz Ûysal bi taybetî bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û extiyar.   Pelşîn Tolhildan jî di nivîsa xwe de ya bi sernavê "Têkoşîna afirîner, guherînkar û yekkirî" di rêxistinkirina civaka demokratîk de rola jinan nirxand. Tolhildan anî ziman ku li gorî pêvajoya heyî divê asteke polîtîkbûn û zîhniyetê bê afirandin û got têkoşîna bi pêşengiya jinan bê meşandin divê afirîner be, biguherîne û bike yek.   Di rûpela ekolojiyê ya rojnameyê de Menekşe Kizildere modela rêxistinbûna aboriyê ya li Kuridstanê nirxand. Menekşe Kizildere bi taybetî bal kişand ser pirsgirêka bêkariyê û diyar kir ku bi rêya komîn û meclîsan pêwîstiyên xwecihî dikare bê diyarkirin û li gorî vê jî karên aboriyê bêne meşandin.   Di hejmara Cotmehê ya Newaya Jin de têkoşîna li Fransayê ya li dijî tundiya zayendî ya li hemberî jin û zarokan hate nirxandin. Rojnameyê karên ji bo "qanûna yekpare" nirxand ku tê payin bikeve rojeva parlamentê. Di vê der barê de bi Suzy Rojtman re hevpeyvînek kir.   Şehadeta gerîlayên ku ji ber mercên şer nekarî beriya niha bêne ragihandin, lê nû hatin ragihandin û bîranînên di vê çarçoveyê de têne lidarxistin di hejmara meha Cotmehê ya rojnameyê de hate weşandin.   Roza Metîna û Haskar Kirmizigul di nivîsên xwe de bal kişand ser taziye, bîranînên şehîdan û aliyê civakî yê van bîranînan.   Di hejmara Cotmehê ya Newaya Jin de li ser sernavên jineolojî, karên li Ewropayê, tip, siyaset û portreyên jinan gelek nivîs hatin weşandin.   Temamiya rojnameyê li ser navnîşana newayajin.net de dikare bê peydakirin.