NÇM ji bo serdema nû amade ye: Em çanda xwe diparêzin 2026-09-29 09:02:06   STENBOL -Hunermenda NÇM'ê Fehime Kaplan, derbarê çalakiyên çandî û hunerî yên demsala nû de axivî û tekez kir ku karên tên kirin ne tenê hilberîna hunerî ne, di heman demê de çalakiyeke parastina cewherî ne. Fehîme Kaplan bang li jin, ciwan û zarokan kir ku beşdarî atolyeyan bibin û got: "Çand û huner nîşaneya ziman, nasname û hebûna me ne. Em tenê bi qasî ku xwedî li hunera xwe derkevin û wê biparêzin, dikarin bigihîjin azadiyê."   Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) ku ji sala 1991'ê û vir ve li Stenbolê bi armanca pêşxistin û parastina çand û hunera kurdî çalak e, demsala xwe ya nû bi eleqeyeke mezin a gel dest pê dike. Navend, ji bilî beşên wekî sînema, muzîk, şano û govendê, perwerdeya amûrên muzîkê û hunera deng jî pêşkêş dike; di nav van amûran de saz, tenbûr, piyano, keman, bilûr, amûrên lêdanê, dengbêjî/vokal, dahol, erbane, zirne û gîtarê hene. Qeydên ku ji bo demsala nû di 1'ê Îlonê de dest pê kirine, dê heta meha Cotmehê berdewam bikin.   Hunermenda MKM'ê Fehime Kaplan derbarê planên navendê yên ji bo demsala pêş de nirxandin kir.   Fehîme Kaplan anî ziman ku MKM ji sala 1991ê û vir ve li Stenbolê çalak e û xwe ji bo pêşxistin û berdewamkirina çanda kurdî terxan kiriye. Fehîme Kaplan bal kişand ser xebatên wan ên di warên cihêreng de wekî sînema, muzîk, şano û govendê û tekez kir ku ew bi coş û biryardariyeke mezin gihîştine vê astê. Fehime Kaplan, bi nîşandana wê yekê ku ev sazî di nava civakê de deng vedaye, got: "Armanca me ew e ku em çand û hunera kurdî pêş bixin û biparêzin. Em bi coşeke mezin û kedeke zêde gihîştin vê astê. NÇM'ê bandor li jiyana gelek kesan kiriye. Me hejmareke zêde ya serlêdanan ji jin, ciwan û zarokan wergirtin. Sala borî jî piştgiriyeke mezin hebû; her kesî eleqeyeke mezin nîşanî kursan da û navê xwe qeyd kir. Ev yek bû sedema kêfxweşiya me. Em pêşbînî dikin ku îsal jî beşdarbûn zêde be. Daxwaz pir xurt e. Îsal jî deriyên me ji bo serlêdana welatiyên ji her beşên civakê vekirî ne."   'Em di warê muzîkê de perwerdeya cûr bi cûr didin'   Fehime Kaplan, ji bo balkişandina li ser girîngiya civakî ya çalakiyên çandî û hunerî, girîngiya xebata xwe anî ziman û got: "Çand û huner zimanê me, nasnameya me û hebûna me ya bingehîn in." Fehîme Kaplan diyar kir ku nasnameyeke zimanê perwerdeyê ku ew ji bo heyama pêşîn bernameke dewlemend amade dikin heye û got: "Ji bo me, çand û huner parastina cewherî ne; ew dîroka  me, nasnameya me û hebûna me ne. Em ji bo gelek cûreyên cuda yên muzîkê perwerde û dersan didin. Şevên *Dengbêjiyê* jî li dar dixin."   'Ger ku em li çand û hûnera xwe xwedî derkevin em dikarin azad bibin'    Fehîme Kaplan,zextên li ser ziman û çanda kurdî bi bîr xistin û bal kişand ser girîngiya ziman û çanda rêxistinbûnê. Fehime Kaplan diyar kir ku wan hebûna xwe bi rêya berxwedana li hemberî asîmîlasyon û astengiyan parastiye û destnîşan kir ku wan tevî hemû cureyên zext û zordariyê, çand û nasnameya Kurdî parastine. Fehîme Kaplan got: "Divê her malbat zarokên xwe bi zimanê dayikê, yanî Kurdî, mezin bike. Divê her kes bi zimanê xwe yê dayikê biaxive. Divê gelê Kurd serdana NÇM'ê û saziyên me yên din bike; li vir, ew ê xwe baştir nas bikin. Bi salan e polîtîkayên zext û asîmîlasyonê yên ku ziman, çand û hunera Kurdî dikin hedef, tên meşandin. Gelek qedexe hatine danîn. Lê belê, tevî her cure zextê, ??me çand, huner û nasnameya xwe parastiye. Tenê bi xwedîderketina li çand û hunera xwe em dikarin azad bibin."   Em ê bi rêya çand û hunerê jiyaneke nû ava bikin'   Di dawiyê de, Fehime Kaplan bang li ciwanan kir û got: "Tembûr ne tenê têlek û perçeyek dar e. Çand, huner û amûrên muzîkê nûnertiya jiyanê dikin; xwedî wateyeke kûr in, ew ruh in. Çand û huner deriyê destpêkek nû û jiyana nû ne. Em ê bi hev re, bi rêya çand û hunerê, jiyanek nû ava bikin. Serlêdanên ji bo atolyeyan di 1'ê Îlonê de dest pê dikin û dê heta meha Cotmehê bidomin. Li seranserê Stenbolê navendên me yên ziman, çand û hunerê hene; em li her dera bajêr amade ne. Ez bang li ciwan, zarok û jinan dikim ku ji bo van bernameyên çandî û hunerî serlêdanê bikin û xwedî li nirxên xwe derkevin."