ROJEVA 29'Ê ÎLONA 2026'AN 2026-09-29 09:00:00     *Hunermenda NÇM'ê Fehime Kaplan, derbarê çalakiyên çandî û hunerî yên demsala nû de axivî û tekez kir ku karên tên kirin ne tenê hilberîna hunerî ne, di heman demê de çalakiyeke parastina cewherî ne. Fehîme Kaplan bang li jin, ciwan û zarokan kir ku beşdarî atolyeyan bibin û got: "Çand û huner nîşaneya ziman, nasname û hebûna me ne. Em tenê bi qasî ku xwedî li hunera xwe derkevin û wê biparêzin, dikarin bigihîjin azadiyê."DÎMEN HEYE   * Akademîsyena aştiyê Nazan Ustundag bal kişand ser du mijarên sereke ji bo pêşveçûna pêvajoyê û got: "Ya yekem azadiya Birêz Ocalan e, bidestxistina statuya wî û misogerkirina têkiliya wî ya tevahî bi cîhana derve re. Ya duyemîn jî misogerkirina şert û mercên ku PKK, tevî rêberên wê û her wiha bikevin nav jiyana siyasî." BI DÎMEN    *Ji Komeleya Parêzerên ji bo Azadiyê (OHD) Elîf Taşdogen, derbarê cenazeyên ku ji Goristana Xerzanê hatibûn derxistin û piştre  li peyarêya li Kilyosê hatibûn veşartin de axivî û diyar kir ku tu lêpirsînek qanûnî derbarê berpirsan de nehatiye destpêkirin. Elîf Taşdogen bal kişand ser wê yekê ku malbat piştî sê salan cihê cenazeyan hîn bûne û banga avakirina komîsyoneke heqîqetê kir. DÎMEN HEYE   *Endama Komeleya Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (OHD) Aycan Diril diyar kir ku tevî qedexeyên derketina derve û raporên binpêkirinê jî jin tên kuştin û got, "Zehmet e ku meriv bibêje berpirsiyarî tenê ya sûcdar e" û bal kişand ser îhmalkariya hêzên ewlehiyê û dadweriyê.DÎMEN HEYE