Zarok di Şahiya Werzişê de li Parka Ehmed Arif hatin gel hev 2026-09-26 10:35:53   AMED - Şahiya Werzişê ya Zarokan ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve li Parka Ehmed Arif hat lidarxistin, zarokan bi çalakiyên werzişî, lîstikên perwerdehî û çalakiyên curbecur re kêfeke mezin girtin.   Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwan û Werzişê, Serokatiya Daîreya Çapemenî û Têkiliyên Gel û Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi armanca zêdekirina gihîştina zarokan a li çalakiyên werzişî, çêkirina qadên giştî ji bo zarokan bikêrtir û belavkirina çanda werzişê ya li taxan, li Parka Ehmed Arif Şahiya Werzişê ya Zarokan li dar xist.   Di şahiyê de zarokan bi çalakiyên werzişî yên cûrbecûr, lîstikên perwerdehî û çalakiyên curbecur re wexteke xweş derbas kirin.   Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo zêdekirina gihîştina zarokan a li çalakiyên çandî, hunerî, werzişî û civakî, wê Şahiyên Werzişê yên Zarokan li taxên cûrbecûr ên bajêr bidomîne lidarxistin.