Ji Îlham Elîzade 18 roj in agahî nayê girtin 2026-09-24 21:36:25   NAVENDA NÛÇEYAN - Jina Kurd Îlham (Suheyla) Elîzade ku ji aliyê hêzên îstîxbaratê ya Îranê ve  hatibû binçavkirin, 18 roj in agahî jê nayê girtin.Tevî serlêdana malbatê agahiyeke der barê cihê ku lê girtiye de nehat dayîn.   Li gorî nûçeya IranWire, hêzên Daîreya Îstîxbaratê ya Mihabadê, Îlham Elîzade li mala dayika wê binçav kir û heman rojê bir Daîreya Îstîxbaratê ya Urmiyeyê.   Hate diyarkirin ku malbat û xizmên wê du hefte ne hewl didin bi serlêdana saziyên edlî û îstîxbaratê ya li Mihabad û Urmiyeyê agahî bigrin, lê derbarê sedema binçavkirina Îlham Elîzade, sûcên ku li ser wê tên kirin an jî derbarê pêvajoya dozê de nikarin tu bersivê bigrin.   Hate ragihandin ku malbatê tevahiya sê rojan li pêşiya Daîreya Îstîxbaratê ya Urmiyeyê rawestiyane, lê rayedaran derbarê rewşa Îlham Elîzade de tu agahî nedane.   Derbarê Îlham Elîzade de tu sûdarî nehatiye ragihandin û nayê zanîn ku bê ka destûr hatiye dayîn ku hevdîtin bi parêzeran re bike, bi telefonê hevdîtin bike an jî têkilî bi malbata xwe re deyne.