Li parastina cewherî daxwaza cezayê muebetê 2026-09-23 21:02:47   STENBOL- Dozger der barê Fatmanur Okur ku li dijî Şukru Okur yê tundî li wê û zarokê wê kir, parastina cewherî pêk anî, ji sûcê ‘ji qestî hevjîn kuştin’ cezayê meubeta giran xwest.   Fatmanur Okur li dijî Şukur Okur yê pê re zewicandî ku tundî li wê û zarokê wê kiribû parastina cewherî pêk anîbû. 3’emîn runiştina doza ku Fatma Okur jê dihat darizandin li 8’emîn Dadgeha Ceza Giran a Kocaeliyê hat dîtin.   Fatmanur Okur û parêzerên wê di runiştinê de amade bûn. Her wiha malbat û aktîvîstên Platforma Jinan a Kocaeliyê jî doz şopandin.   Fatmanur Okur di îfadeya xwe de da zanîn ku  her tim tundî lê hatiye kirin û Şukru Okur berê tevli DAIŞ’ê bûye, tehdîda ‘ez ê te û zarokê teslîmê DAIŞ’ê bikim’ kiriye û dizî û hişbir lê ferz kiriye.   Di runiştinê de 6 şahid hatin guhdakririn û şahdidan diyar kirin ku Şukru Okur tundî li Fatmanur Okur kiriye.   Dozger mutala aşkera kir û der barê Fatmanur Okur de ji sûcê ‘ji qestî hevjîn kuştin’ cezayê muebeta giran xwest.   Heyeta dadgehê runiştin taoqî 4’ê mijdarê kir.