Ji rihê serhildana Amedê ber bi çiyayan ve 2026-09-21 09:07:23   Rojda Aydin-Nûdem Demir   AMED - Seher Mizrak (Pelda Zinar) a ku di nav çîroka sirgûniyê ya ji Licê heta Amedê mezin bû, di jiyana xwe ya ku ji bajarê serhildanan heta qadên berxwedanê dirêj bû de helbest û bîranîn li pey xwe hişt. Şukrîye Mizrak a ku keça wê di sala 2017’an de jiyana xwe ji dest dabû dibêje, “Êdî bila xwîn nerije, dayik negirîn.”   Bi pêşengiya Komeleya Alîkarî, Piştevanî, Yekitî û Çandê ya bi Malbatên Kesên Xizmên Xwe Di Dergûşa Şaristaniyê de winda kirine  (MEBYA-DER) de ji bo kesên di dîrokên cuda de di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe dest dane li Eywana Dawetê ya Geterler a navçeya Rêzana Amedê demên derbasbûyî bernameya bibîranînê hat lidarxistin. Kesên ku hatin bibîranîn yek jê Seher Mizrak (Pelda Zinar) e.   Pelda Zinar ku endama malbateke xwedî kevneşopiya berxwedanê ya kûr a gundê Goçxar ê navçeya Licê ya Amedê ye, li naveda Amedê hat dinê. Malbata Pelda Zinar, di salên 1990'î de ji ber zextên dewletê û polîtîkayên valakirina gundan, hêj Pelda Zinar nehatibû dinyayê neçar dimîne ku gundê xwe bihêle û koçî Amedê dike. Pelda Zinar ku di salên 90’î de ligel zextên dewletê di nav hişmendiya kurdayetiyê ya ku malbata xwe hildigirt de mezin dibe, ji çanda serhildanê ya Amedê jî bandor dibe.   Pelda Zinar a ku wek xwendekareke serkeftî 14 salan perwerde dîtiye, eleqeya wê ji helbest û wêjeyê re hebû. Pelda Zinar, di rêzên ku di salên ciwantiya xwe de nivîsandiye de, ramanên xwe yên derbarê jiyan û têkoşînê de bi van hevokan diyar dike:   “Di neqeba çiyayekî de bedena min ger birize   Ger rihê min gelê min azad bike   Ger ji navê min re ne çete, gerîla bê gotin   Bihêlin bila bedena min birize.”     Di nav xebatên ciwanan de cih girt   Pelda Zinar, di salên ciwantiya xwe de di xebatên ciwanên şoreşger de cih digire. Pelda Zinar a ku heta sala 2013’an ji bo birêxistinkirin û hişyarkirina ciwanên kurd di nav xebatan de bû, di vê pêvajoyê de berpirsiyariyên cihêreng hildigire ser milên xwe.   Pelda Zinar a ku ber bi dawiya sala 2013’an ve biryara tevlîbûna têkoşîna azadiyê dide, ji Amedê vediqete û tevlî qadên berxwedanê dibe û di gelek cihên berxwedanê de cih digire.   Bi kesayetiya xwe ya geş û rêhevaltiya xwe tê nasîn   Pelda Zinar ku ji aliyê hevalên xwe yên ku bi hev re têkoşîn meşandine ve bi kesayetiya xwe ya geş, eleqeya xwe ya ji wêje re û peywendiyên xwe yên rêhevaltiyê tê pênasekirin, di gelek qadan de xwe pêş dixe.   Di 1’ê Tîrmeha 2017’an de jiyana xwe ji dest da   Pelda Zinar, di 1’ê Tîrmeha 2017’an de li Avaşînê jiyana xwe ji dest dide. Pelda Zinar a ku gotina di helbesta li Amedê di salên ciwantiya xwe de nivîsandibû “Ger rihê min gelê min azad bike” dixe navenda jiyana xwe, jiyana wê wek xeteke têkoşînê ya ku bi çîroka sirgûniyê ya malbata wê ya ji Licê heta Amedê dest pê kiriye û li qadên berxwedanê berdewam kiriye hat vegotin.   Di rojnivîska Pelda Zinar de bi nîşeyek li pey xwe hiştiye gotiye “Li pey min negirîn” û tîne zimên ku dema jiyana xwe ji dest bide de dixwaze li gel kilama “Dayê” bê definkirin.   Niha jî em ê Pelda Zinar ji dayika wê Şukrîye Mizrak guhdar bikin.   Şukrîye Mizrak a ku dayika 8 zarokan e, gava keça xwe Pelda Zinar vedibêje, çîroka wê ya ji zarokatiyê heta îro ji hafizeya dayikekê vediguhezîne. Şukrîye Mizrak a ku dibêje Pelda Zinar li Amedê hat dinê, keça xwe wek keseke “dostane, rûken û ji tu tiştî natirse” pênase dike.     Zarokatiyek ku ji gund heta Amedê dirêj dibe   Malbata Mizrak, di salên 90’î de ji ber gundê wan ji aliyê dewletê ve sê caran hat şewitandin, ji Goçxarê koçî navenda Amedê dibe. Malbata ku salan paşê li gund ji nû ve mal çêkir, meha havînê li gund û meha zivistanê jî li Amedê derbas dike.   Şukrîye Mizrak diyar dike keça wê li Amedê mezin bûye û heta dibistana amadehiyê xwendiye, got: “Pelda zarokeke dostane û pir bedew bû. Her dem rûken bû. Ji tiştekî neditirsiya. Gava ku biçûya dibistanê sibehê zû radibû, ez radimûsam û piştre diçû.”   Şukrîye Mizrak a ku dibêje Pelda Zinar di salên ciwantiya xwe de jî di xebatên cihêreng de cih girtiye, tîne ziman ku ji ber vê yekê ji dibistanê gelek caran ji wan re telefon dihat. Şukrîye Mizrak diyar dike ku mamosteyên wê digotin, “Keça we nayê dibistanê, di nav xebatên tevgerê de ye” û diyar dike ku malbata wê jî ji xebatên keça xwe agahdar bûye.   ‘Ez bi keça xwe serbilind im’   Pelda Zinar a ku di sala 2013’an de ji ber îxbarekê hatiye binçavkirin, piştî ku 5 rojan di bin çav de dimîne serbest tê berdan. Şukrîye Mizrak dibêje ku keça wê piştî berdanê tevlî qadên berxwedanê bûye.   Şukrîye Mizrak a ku bi lêv dike malbata wê jî bi salan e di nav xebatan de ye, tîne ziman ku Pelda Zinar di nav vê berxwedanê de mezin bûye. Şukrîye Mizrak a ku vedibêje keça wê ji xwendina pirtûkan pir hez dikir û dibêje, “Rojnameyeke hevalê Şehîd Nûman hebû û wê rojname dixwend. Pelda ew rojname hildabû û veşartibû. Ew rojname her dem di destê Pelda de bû. Dema ku rojname di destê wê de bû radiket.”   Dema ku têkoşîna piştî çûyîna keça xwe hate meşandin vedibêje, serbilindiya di dengekî wê de derdikeve pêş. Şukrîye Mizrak a ku gotinên gava agahiya windakirina jiyana keça xwe girtibû bi bîr tîne, diyar dike ku gotiye “Serê malbata min, ya gerîlayan, ya Serok Apo û ya Gelê Kurd sax be.”   ‘Ji bo ku dijmin şad nebe ez ê bi ti awayî negirîm’   Şukrîye Mizrak diyar dike ku negrîna wê ya li pey Pelda Zinar ne tenê tercîhek e, sozek e ku daye keça xwe ye. Şukrîye Mizrak a ku dibêje Pelda Zinar di rojnivîska xwe de gotiye “Dema ez şehîd ketim negirî” û anî ziman ku ew wasiyeta keça xwe bi cih tîne. Şukrîye Mizrak di berdewamiyê de van tiştan dibêje: “Ez ne îro tevlî xebatan bûme; bi salan e di nav van xebatan de me. Ji bo ku dijmin şad nebe ez ê bi ti awayî negirîm. Keça min di rojnivîska xwe de nivîsandibû ‘Dema ez şehîd ketim negirî.’ Ji ber vê yekê min wasiyeta keça xwe anî cih û ez tu carî negiriyam.”   Şukrîye Mizrak a ku behsa têkiliya Pelda Zinar a bi hevalên wê û zarokan re jî dike, dibêje ku keça wê li hember herkesî rêzdar û dilpak bû. Şukrîye Mizrak a ku diyar dike keça wê li hember tiştên ku li beramberî Gelê Kurd dihatin jiyîn bêdeng nemaye, gotinên Pelda Zinar ên derbarê şewitandina gundan de bi vî rengî bi bîr tîne: “Keça min zilma dewletê ya li dijî Gelê Kurd tu carî qebûl nedikir. Digot, ‘Ev zilmek e, ev zilm nayê qebûlkirin. Pêwîst e hemû gel xwedî li hev derkeve. Li gundan mirov û sewal çawa zindî zindî tên şewitandin? Ev çawa tê qebûlkirin?’ Keça min li hember vê zilmê tevlî berxwedanê bû. Ez bi keça xwe serbilind im.”   Daxwaz naskirina nasname û ziman e   Şukrîye Mizrak destnîşan dike ku gotinên li pey keça wê mane ne tenê êşa dayikekê, di heman demê de daxwazên ku bi salan e hildigire jî vedibêje û daxwaza nasname, naskirina ziman û avakirina Kurdistanek azad kir.   Şukrîye Mizrak, banga pêkanîna daxwazên zarokên xwe û dabînkirina aştiyeke domdar kir. Şukrîye Mizrak a ku dibêje pêwîst e Gelê Kurd bibe yek wiha dibêje: “Ev şehîd şehîdên me hemûyan in. Kurdistan a me hemûyan e. Em bi hev re bi awayekî wekhev bijîn.”   ‘Êdî bila dayik negirîn’   Şukrîye Mizrak a ku bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, diyar dike ku pêwîst e li ser sozên hatine dayîn bên sekinandin. Şukrîye Mizrak wek dayikeke ku bi salan e giraniya êşa zarokên xwe hildigire, dixwaze ku êdî dayikên din heman êşê nejîn. Şukrîye Mizrak wiha didomîne, " Pêwîst e ev aştî heta dawiyê bi awayekî domdar pêk were. Êdî bila xwîn nerije. Me şehîd dan, bila şehîdên din çênebin. Êdî bila dayik negirîn. Dayik hemû yek in. Êşa zarokan hemûyan heman e.”   Şukrîye Mizrak a ku di jiyana xwe ya ji Goçxarê heta Amedê dirêj dibe de şopên şewitandina gund, koçberî û êşa keça xwe hildigire, li pey keça xwe ji hêstiran bêtir gotinên wê mezin dike. Serbilindiya ku bi çûyîna Pelda Zinar re hîs kiriye, bi daxwaza aştiyê re tîne cem hev. Di hafizeya dayikekê de jî Pelda Zinar; wek zarokeke ku sibeyan dayika xwe radimûsa û diçû dibistanê, pirtûkên xwe ji destê xwe bernedida, rûken û netirs dijî dewam dike.