Bi destê jinan jiyana ji bo zivistanê tê amadekirin 2026-09-20 09:02:26    Nazlican Nûjîn Yildiz   WAN- Li gundê Kaçît li her malekê amdaekariyek tê kirin. Jin dema amadekariya zivistanê dikin, jiyan û pirsgirêkên xwe parve dikin.   Jinên ku nirxê keda xwe dizanin, bi hişmendiya ku ev keda wan hîmê jiyanê ava dike, keda xwe mezin dikin û nîşan didin. Jin her demsalê amadekariyên cuda dikin. Ev jî rewşa herî şênber a têkiliya jinan a bi xweza, civak û jiyanê re nîşan dide.  amadekariyên tên kirin tenê bi fikarin ‘bila xwarin ame hebe, êzingên me û cil û bergên me hebin’ nayên kirin. Jin bi keda ku didin bersiva rolên zayenda civakî û têkiliyên hilberînê yên bi zayendê tên nîşan dan, didin.   Em diçin gundê Kaçît ê Şaxa Wanê. Gund ji navendê gelek dur e û gund bi kaniyên xwe yên kevir, pir û dîroka xwe tê zanîn. Gundî hîna di xaniyên kevir yên ku ji aliyê ermeniyan ve hatine çêkirin de dijîn. Ev gundê ku erdnîgariya wê dijware, di nav çiyayên bi heybet de cih digire. Gundî bi sewalkarî û çandiniyê, debarê dikin. Salên dawî de gelek kes jê koçber bûne û piranî havînan tên gund. Zivistanê jî diçin Wan, Mersîn û Edenê. Piranî jin havînê jî zivistanê jî gund tercih dikin. Jin diyar dikin ku ew naxwazin ji axa xwe dur bikevin.   Bîhna amadekariyên zivistanê   Di têketina gund de bîhna nanê tenûrê, xwarinên dipijin û tituna tê hişkirin tê. Ji bîhna ku em digirin tê fêmkirin ku amadekariyên zivistanê jî tên kirin. Li her malekê amadekarî heye. Jina bi navê Hamdiye Tagman di tenûrê de nan dipije û nanê teze yê nû çêkiriye dide me.   Jina bi navê Sidika Semo jî xwe amade dike ku nan bipije.  Sidika Semo zor û zehmetiyên dijîn, amadekariyên zivistanê ji me re vedibêje. Sidika Semo diyar dike ku gelek ji jiyana gund hez dike.   Agir hatiye pêxistin dest bi amadekariyên zivistanê kiriye   Husna Tagman ku agir pê xistiye diyar dike ku ji bo zivistanê fasulyeyan dipêje û konserveyan çêdike. Jina bi navê Zêrê Karataş jî hirî şûştiye û avêtiye ber tavê. Ew jî der barê amadekariyên zivistanê û çawa zivistanê  pêşwazî dikin de axivî.   Belgên titûnê, ta û derzî   Jina bi navê Husniye Karataş û Şîrîn Tagman bi karê titûnê re mijûl dibin diyar kirin ku çavkaniya debara wan titun e û  gotin ji karê xwe hez dikin.   Jina bi navê Xemê Karataş jî di axiaftina xwe de behsa rojên berê kir û her wiha pisgirêkên av, rê yên gund jî anîn ziman.  Xemê  Karataş jî daxuyakirin ku ew êdî ji ber temenê xwe nikare amadekariyên zivistanê bike û berê pir zêde kiriye.   Jin ji zozanan tên   Jinên ji zozanan dihatin jî li ser hespan ber bi gund bi rêketibûn. Dema em dîtin silav dan û hatin cem me û sohbet kirin.Jineke ku ji zozanan hatibû Sultan Oktem  der barê amadekariyên zivistanê û jiyana xwe de axivî.