Li Erebistana Siûdî 73 sivîl birîndar bûn, li Yemenê 300 kes mirin 2026-09-08 09:16:42   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Yemenê şerê navbera Hûsiyan û hêzên hikumetê jinûve gur bû. Hûsiyan êriş birin ser başûrrojavayê Erebistana Siûdî û di êrişan de 73 sivîl birîndar bûn. Li Yemenê jî di şerê rojên dawî de zêdeyî 300 kes mirin.   Hûsiyên li Yemenê êriş birin ser bajarên Abha, Hamis Muşayt, Cizan û Necran ên li başûrrojavayê Erebistana Siûdî. Dİ encamê de 73 sivîl birîndar bûn. Koalîsyona bi serkêşiya Erebistana Siûdî ragihand ku êriş li ser "navendên aboriyê û sivîlan" hatiye kirin.   Berdevkê koalîsyonê General Turkî el Malîkî diyar kir ku ji bo bersivê bidin êrişan û çavkaniya gefê bê bandor bikin wê her cûre tedbîran werbigirin.   Medya Ensarullah a nêzî Hûsiyan jî ragihand ku di êrişan de balafirên bêmirov û fuze hatine bikaranîn û îdîa kir ku êriş li ser Balafirgeha Navneteweyî ya Abha, Baregeha Hewayî ya Qral Xalid û navendên şîrketa petrolê Aramco yên li Abha û Cizanê hatiye kirin.   Êrişên Hûsiyan ên li ser Erebistana Siûdî di demeke welê de hate kirin ku li Yemenê şerê navbera hêzên hikumetê û Hûsiyan jinûve gur bûye. Hûsiyan hefteya derbasbûyî pêleke nû ya êrişê dan destpêkirin ku xwe bigihînin herêmên li derdora Tengava Bab el-Mendebê ku xwedî girîngiyeke stratejîk e.   Li gorî agahiyên ku herdu aliyan dan AFP'ê, li başûrrojavayê Yemenê ji roja Pêncşemê û vir ve di şerê navbera hêzên hikumetê û Hûsiyan de zêdeyî 300 kes mirin. Ji ber şer gelek malbat neçar man ku herêmê biterikînin.   Şerê Yemenê ku sala 2014'an destpê kir, bû sedema mirina bi sed hezaran mirovî û afirandina krîzeke mirovî ya giran a li vî welatî. Ji ber ku li herêmê Tengava Bab el Mendeb a ku ji bo bazirganiya deryayî ya navbera Asya û Ewropayê heye, jinûve gurbûna şer hîn krîtîk bûye.