Nobeda li dijî JES’ê didome 2026-09-04 16:04:05   MÛŞ - Li gundê Xwarikê yê Gimgimê nobeda konan a ku li dijî projeya JES’ê hatî destpêkirin di roja 124’an der berdewam dike.    Nobeda ku Meclisa Ekolojiyê ya Gimgimê li dijî projeya Santrala Enerjiya Jeotermal (JES) ku ji aliyê Şîrketa IGNIS H2 ya Amerîkî ve tê xwestin li gundê Xwarik ê navçeya Gimgim a Mûşê bê çêkirin, berdewam dike. Di roja 124’emîn a nobeda konan de pankarta “Em xweza, bawerî û dahatûya xwe diparêzi”, "Varto de JES nêwazenîme. Dest menê axwa mara, hardê mara" hat daliqandin. Parlamentera Yenî Partî ya Stenbolê Evrîm Rizvanoglu ji bo piştevaniyê serdana nobedê kir.    Evrîm Rizvanoglu, diyar kir ku metirsiya gelê Gimgimê ya li dijî projeyê di cih de ye û bertek nîşanî rapora “ÇED ne hewce ye” da.   Piştre endamê Platforma Ekolojiyê ya Gimgimê Çayan Dursun axivî û anî ziman ku ji 22’yê Çile û vir ve têkoşîna wan a li dijî projeyê berdewam dike û bibîr xist ku ji 3’yê Gulanê û vir ve di nobeda konan de ne û ev tişt got: “Divê siyaset vê mijarê veguhezîne bo Meclisê. Hewldana we û ya parlementerên me yên DEM Partiyê di vê mijarê de pir hêja ye. Em ê bi serkevin bêyî wê tu rê tune.”   Piştî daxuyaniyê, şandeya ku hatibû ziyaretê bi welatiyan re pêvajo gotûbêj kir.