Sînorên Nekropolîtîk yên aştiyê:Rêveberiya Mirinê, Şîn û Têkoşîna Naskirinê 2026-09-04 09:03:37     "Nekropolîtîka ne tenê çalakiyên kuştin;teşeyên deshtilatdariyê yê ku mirovan her tim dibin tehdîda mirinê de dihêle, mirovan terkî mirinê dike û hebûnê bê nirx dike. Nekropolîtîka mantika rêvebriyeke ku sînorê navbera mirin û jiyanê paqij dike îfade dike."    Gulan Çagin Kalelî   Nêrîneke mirinê ya li hember her kesî heye   Mirin wê bê û li çavên te binêre.   Wê wekê dawî li şermekê bîne,   Wekê ku xuya dike,   Ruyekî mirî yê di neynikê de   Weke ku  guhdar dike, bi devê girtî.   Em ê bêdeng xwe berdin nava wê.   Cesare Pavese   Aştî di lîteratura siyasî de gelek caran wek bidawîbûna çekan, rawestandina têkoşîna çekdarî an jî li ser mekanîzma lihevkirina hiqûqî tê pênaekirin. Lê ev aştiyê dadixin mijareke ewlehiyê ya teng. Lê aştî ne tenê bi kesên tên jiyîn re, rejîmek etîk-polîtîk a ku bi miriyan re têkilî tê danînê ye.   Di vê nivîsê de li ser aliyê nekropolîtîk ê rêveberiya mirinê disekinim. Bi taybet êrîşên li ser bedenên mirî. Astengkirina mafê definkirinê, rîtuelan, teşîrkirina bedenên mirî, bê îtîbarî, astengkirin mafê şînê. Li gorî min di pêvajoya aştiyê de bi van re rûhevhatin girînge. Rêgeza wekheviyê ya navbera kesên dijî de tê nîqaşkirin, di navbera miriyan de jî ferz e.   Nekropolîtîka û rêvberiya polîtîk a mirinê   Desthilatdariya siyasî ya modern wek hêza ku jiyanê sererast dike, diparêze û zêde dike tê fikirîn. Biyopolîka ya ku Mîchel Foucault (Michel Foucault, Society Must Be Defended)  pêş xistiye çarçoveya teorîk a vê nêzîkatiyê ava dike. Lê qirkirin, şer û dagirkirinên sedsala 20 û 21’ê tenê polîtîka ‘jiyankirinê’ ya desthilatdariyan nîşanê me nade. Achîlle Mbembe diyar dike ku ev çarçove bi vekirina şertên şer,nîjadperestî û binpêkirinên qels dimîne.li gorî wî desthilatdariya modern, dema jiyanê bi rêve dibe di heman demê de mirinê jî rêxistin dike, nirxê dide hinek jiyanan û hinekan terkî mirinê dike. (Achille Mbembe, “Necropolitics”, Public Culture).  Di vê nokteyê de têgeha nekropolîtîk a ku Mbembe daniye holê, ji ser serdestiya modern ji nû ve fikrandinê pêkan dike.   Mbembe,nekropolîtîkayê wek kapasîteya normalkirin, belavkirin, rêvebririna mirinê ya desthilatdariyê digire dest. Li gorî  Foucault desthilatdariya modern, ji teşeyên serdestiya klasîk a desthilatdariyê wêdetir, ji mafê mirinê wêdetir ji ser hêza sererastkitina jiyanê xwe dide meşandin. Polîtîkayên nifûsê, tenduristiyê, mekanîzmayên dîsîplînê û pratîkên normalbûnê alavên esas yên pergala biyopolîtîkin. Mbembe diyar dike ku analîz girînge lê qels e. Li gorî wî di cîhana modern de mirin, hîna di navenda desthialtdariyê de cih digire. Heta li hinek erdnîgariya dibe peywira esas a desthilatdariyê. Mbembe  ji biyopolitîkê wêdetir têgeha nekropolîtîk pêş dixîne.  Nekropolîtîka ne tenê çalakiyên kuştin;teşeyên deshtilatdariyê yê ku mirovan her tim dibin tehdîda mirinê de dihêle, mirovan terkî mirinê dike û hebûnê bê nirx dike. Nekropolîtîka mantika rêvebriyeke ku sînorê navbera mirin û jiyanê paqij dike, îfade dike. Dema nekropolîtîka tê pênasekirin divê em vergin têgeha serdestiyê. Di teoriya siyaseta klasîk de serdetsî bi rayeya qetilkirin û biryarkirinê tê pênasekirin. Li gorî Mbembe, serdestiya modern ev raye winda nekiriye, berovajî vê girantir kiriye. Desthilatdariya neopolîtîk hêza biryara ‘wê kî bijî û kî nejî’ ye. Ev biryar ne bi pêkanîna wekhev û gerdunî ya hiqûqî, li qadên derveyê hiqûqî pêk tên. Ev bi şertên şer û dagirkirinan re tên kirin. Di şertên şer de, serdestiya li ser mirinê ne îstîsna, sîstematîk e. Ji ber vê nekopolîtîka rûyê tarî lê damezerîner yê modernîteyê ye.   Şîn û Naskirin: Jiyana kê hêjayî şînê ye?   Judith Butler, diyar dike ku şîna hinek jiyanan tê girtin ya hinekan mahkumê bêdengiyê tê kirin. Butler di xebatên xwe de diyar dike ku pergalên siyasî yên modern, biryara jiyana kê hêjayê mirinê ye dide. (Judith Butler, Precarious Life: The Powers of Mourning and Violence ).   Dema ev têgeha ‘girtina şînê’ ya Butler bi têgeha nekropolîtîka Mbembe re bê nirxandin, nîşan dide ku rejîmên mirinê tenê ne li ser tunekirina beden, ji ser avêtina plana dawî jî hatiye avakirin. Ji bo şîna jiyanekê bê girtin divê ew jiyan ji serî de wek jiyan bê nasîn. Redkirina şînê jî berdewama tunekirina siyasî ya beriya mirinê tê ye.   Jiyan û mirian ‘ya din’ beramberê kategoriya jiyanên ku Butler dibêje şîna wan nayê girtinê ye. Di vir demijar ne tenê mirine ; Piştî mirinê xespkirina mafê şînê ye. (Judith Butler, Frames of War: When Is Life Grievable?)  Li gorî Butler astengkirina şînê, nîşaneya ku tundî ketiye asteke din nîşan dide.   Şîn ne tenê hesta şexsî ye, teşeyê naskirina polîtîk e. Mirineke ku şîna wê neyê girtin, nîşan dide ku ew jiyan nayê nasîn. Di vê çarçoveyê de êrîşên li hember bedenên mirî, ne tenê tundiyeke fîzîkî, xepskirina mafê jiyanê ye. Li cihê ku şîn bê astengkirin, nîqaşên derbarê avakirina aştiyê de jî kêm dimînin.   Di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de di nîqaşên ku Abdullah Ocalan dimeşînin de di esasê de li ser têgeha Kurd ku naskirina hebûnê nîşan dide, di vir de tevahiya jiyan û mirinê nîşan dide. Ji ber Mijara Kurd ne tenê pirsgirêka ewlehî an jî nasnameyê ye, divê wek teşeyê destilatdariyeke ku mirina siyasî sererast dike bê destgirtin.  Vê rejîmê li Kurdistanê binpêkirin, operasyon, pratîkên bêcezahiştin û astengkirina hiqûqê mayînde kirine. Nekropolîtîka di vir de ne rewşek îstîsnayî, bûye sîstematîk. Bi taybet di êrîşên li ser bedena jinê de ferasteke ku  ‘wek ganîmet dîtin’, di têgehên wekê  ‘namûs’  sînorkirin nîşan dide. Ji ber vê di demên şer de  tundiya zayendî wek çeka herî mezin hatiye bikaranîn. Mînak 10’ê Tebaxa 2015’an de li Gimgima Mûşê bedena Ekîn Wan (Kevser Elturk) hat teşhîrkirin û ev mînaka herî mezin bû. Cenazeyê Taybet Înan bi rojan li kolanê hat hiştin. Cenazeya Cemîle Çagirga ya 10 salî  di cemedankê de hat veşartin. Mafê şîn û definkirinê bi awayekî sîstematîk hat astengkirin. Ji ber vê jî  dewlet ne bi parastina jiyanê, bi  bi cezakirina bedê xwe îlan dike.   Nîşe: berdewama nivîsê hefteya pêş wê bi sernavê ‘Wek berdewamiyake dîrokî jin û şîn’ bê weşandin.   Ev nivîs ji hejmara 37’an a mijara dosya ‘jin û aştî’ a kovara jîneolojiyê hatiye girtin.