Li Kobanê partiyên siyasî ji bo zimanê kurdî daxuyanî dan 2026-08-31 21:27:46   NAVENDA NÛÇEYAN - Partiyên siyasî yên li Kobanê biryara têkildarî perwerdehiya bi zimanê Kurdî red kir û diyar kir ku biryar daxwaza mafê xwendekarên Kurd ê hînkirina bi zimanê dayikê dabîn nake.   Partiyên siyasî yên li Kobanê têkildarî biryara perwerdehiya bi zimanê Kurdî daxuyaniyek nivîskî da.   Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku partiyên siyasî yên li Kobanê bi fikareke mezin biryara têkildarî perwerdehiya bi zimanê Kurdî li dibistanên herêmê ku tenê di hefteyê de 3 wane û waneyek jî çalakî ye û wekî madeyeke hilbijartî tê dîtin, dişopînin. Ev gav mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê têrker nake.   Partiyan destnîşan kir ku ev biryar nayê qebûlkirin û bi her awayî redkirî ye û bi rêgezên edalet, wekhevî, mafên zimanî û çandî re ne hevseng e.   Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Zimanê Kurdî ne madeyeke temamker e ku xwendekar dikare hilbijêre yan nexwîne û ne zimanekî biyanî li welatê xwe ye, lê zimanê dayikê, nasname, dîrok, çand û bîrdana civaka gelê Kurd e. Çi siyaseta perwerdehiyê vê rastiyê paşguh bike yan jî cihê zimanê Kurdî kêm bibîne dikare weke gaveke ne ji bo avakirina siberoja Sûriyeya nû were dîtin, lê weke siyaseta paşguhkirin û înkarê were dîtin.”   Partiyan perwerdehiya tenê bi 3 waneyan di hefteyê de red kir û ji bo xwendekarên Kurd têrker nedît. Zimanê Kurdî weke madeyeke hilbijartî ji bo gelê Kurd were dîtin redkirî ye û banga pejirandina xwendina bi materyalên zimanê Kurdî di dibistanên herêmên Kurdî de hat kirin.   Divê zimanê Kurdî û mafên perwerdehiyê di destûrê de were naskirin. Partiyan bang li Wezareta Perwerdê û Fêrkirinê û aliyên eleqedar kir ku demildest li vê biryarê vegerin, diyaloga cidî û berpirsiyane bi nûnerên ji civakê û eleqedarên perwerdê û fêrkirinê re pêk bînin, siyaseta perwerdehiyê ya addilane deynin û gotin: “Parastina zimanê Kurdî û mafên perwerdehiyê ne tê wateyê kêmdîtina zimanê Erebî yan jî mafên pêkhateyeke din li Sûriyeyê, berevajî misogeriya mafên zimanî û çandî ya tevahî Sûriyeyiyan e.   Sûriyeya nû bi zihniyeta berê û berdewama siyasetên paşguhkirin û înkarê nayê avakirin. Bêyî edalet, hemwelatiya wekhev û rêzgirtina pirrengiya Sûriyeyî axaftina ji bo avakirina Sûriyeyê nabe.”   Partiyên siyasî yên li Kobanê ev daxuyanî dane ev in:   Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD)   Partiya Demoqrat a Kurdî ya Sûrî   Partiya Yekitiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê (YEKITÎ)   Partiya Demoqratî Pêşverû Kurd li Sûriyê   Partiya Demoqrata Kurd li Sûriyê (El Partî)   Partiya Çep a Kurd li Sûriyê   Partiya Rêkeftina Demokrat a Kurdî ya Sûrî   Partiya Sûriya Pêşerojê   Tevgera Azadî ya Kurdistanî li Sûriyeyê   Partiya Aştiya Demuoqrat a Kurdistanê