'Bi kanaleke nû ya Youtube em ê bibin dengê jinan' 2026-08-29 10:44:36   NAVENDA NÛÇEYAN - Kanala YouTube ya JINNEWS'ê, ku berê li Tirkiyeyê hatibû astengkirin, ji hêla platformê ve hat girtin. Ajansa me kanalek nû ya YouTube vekir.    Kanala YouTube ya ajansa me, ku nûçe, hevpeyvîn, raporên taybet û nûçeyên vîdyoyî lê têne weşandin, hat girtin. Berê gihîştina kanalê li Tirkiyeyê hatibû astengkirin.   Malpera JINNEWSê û hesabên medyaya dîjîtal berê bi gelek sînorkirinên gihîştinê re rû bi rû mane. Ajansa me, ku binpêkirinên mafên mirovan ên jinan, tundûtûjiya mêr-dewletê, têkoşînên jinan, têkoşînên ekolojîk û pêşketinên civakî ji perspektîfa jinê ji raya giştî re tîne, tevî hemî astengiyan jî nûçeyên xwe digihîne xwendevanên xwe.   Her wiha piştî girtina kanala me ya YouTube, me kanaleke nû ya YouTube vekir.    Tevî qedexe û astengiyan JINNEWS dê dengê jinan û rastiyê bigihîne raya giştî.   Hûn dikarin ji vir bigihîjin qenala nû ya YouTube ya JINNEWS'ê:   https://www.youtube.com/channel/UC-_0LuFLt9cdvKK-KRvIGlg