Jinên Bêrîvan: Karê me zahmet e lê xweş e 2026-08-28 09:04:02   SÊRT - Jinên bêrîvan ku li Dihê ya Kevin ya girêdayî Dihê, behsa keda ku bi ronahiya ewil a rojê dest pê dike kirin. Jinên ku debara xwe bi xwedîkirina ajalan dikin, piraniya rojê ji karê dotina şîr bigire heta bi penêr û rûn bi her karekî re mijûl dibin û kedê didin. Jinên bêrîvan diyar kirin ku tevî hemû zehmetiyên jiyana gund xweş e û naxwazin ku têkiliya wan bi axê re qut bibe.    Piştî rêwîtiyek ber bi Dihêya Kevin ve li navçeya Eruhê ya Sêrtê, em digihîjin cem bêrîvanan. Li nava  Dihê ya Kevin a gundewarî, ev jin yên ku bi keda xwe ya ku bi roj, çiya û bayê re dibe yek, jiyanê careke din bi kevneşopiyên bi sedan salî zindî dihêlin. Bi ronahiya ewil a şafaqê re, ew rêyên çiyayî li dû xwe dihêlin ku bigihîjin cihên bêriyê  û tevlî şivan û keriyên wan bibin.    Sêrt’in Dihê (Eruh) ilçesine bağlı Eski Eruh (Dihê ya Kevin) giderken kavisli yollardan giderek Bêrîvanların yanına varıyoruz. Dihê ya Kevin kırsalında güneşe, dağlara ve rüzgara karışan emekleriyle yaşamı yeniden ilmek ilmek ören kadınlar, asırlık geleneklerini sürdürüyor. Sabahın ilk ışıklarıyla birlikte patikaları aşarak "Beri" alanına ulaşan kadınlar, çobanların ve sürülerin yanına varıyor. Süt sağan, peynir ve tereyağı üreten kadınlar, hem hayvancılığı ayakta tuttup hem de bölgenin ekonomik yaşamında belirleyici bir rol üstleniyor. Jinên ku di temenê ciwan de bêrîvaniyê dikin zahmetiyên ku pê re rûbirû dimînin vedibêjin.   ‘Em rojê du caran diçin bêriyê’   Şîlan Beytekin a 22-salî diyar kir ku ew roja xwe di saet 07:30'an de bi amadekirina xwarinê ji bo şivanan dest pê dikin û piştre diçin bêriyê. Şîlan Baytekîn wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em saet di 07:30'an de radibin û taştê ji bo şivanên xwe amade dikin; saet di 08:30'an de em digihîjin cihê ku pez lê ye ji bo ku em bidoşin û piştre vedigerin malê. Piştî temamkirina karên malê û valakirina şîr, em dîsa vedigerin cihê pez lê dimîn. Pêvajoya dotina pez zêdetirî nîv saetê dikişîne û em vê yekê rojê du caran sibeh û êvarê dikin. Rojên me bi vî awayî derbas dibin. Em  Berîvan in. Bêguman, karê me zehmet e, lê di heman demê de xweş e jî berhema keda mirov çiqasî zehmet be, ewqasî jî xweş e. Carinan mirov li gund bêzar dibe ji ber ku kar pir zêde ye, lê gava em diçin navenda bajêr, em li wir jî bêzar dibin; axa mirov û cihê ku mirov lê mezin bûye, cûda û xweştir tê. Em penêr û rûn çêdikin û eger zêdehiyeke me hebe ew jî firotona wan e."   ‘Em debara xwe bi xwedîkirina ajalan dikin’   Fatma Beytekin a 19-salî jî ev tişt gotin: "Em sibehê radibin û xwarinê ji bo şivanan amade dikin, piştre tên cihê pez lê dimîne  û piştî wê em diçin malê da ku penêr çêbikin. Bêguman, lvir xweştir e; hewa ji her derê paqijtir e. Herçend carinan serdana navenda bajêr xweş be jî hewaya gund çêtir e. Kar nêzîkî saetekê an saet û nîvekê dikişîne û rb dem diguhere.  Lê nêzîkî 400-500 pezê me heye û em debara xwe bi xwedîkirina ajalan  dikin. Ez heta dibistana navîn çûm dibistanê û piştre min dest jê berda."   'Hewaya vir ji ya herderê xwestir e'   Di dawiyê de, Medine Beytekin a 18-salî jî got: "Em di navbera saet 7:00 û 7:30'an de radibin, taştê dixwin û ji bo şivanan xwarinê amade dikin. Ez bi gelemperî naçim bêriyê; piranî li malê dimînim û karên malê dikim. Ez bi rastî nizanim çawa pez bidoşim, lewma ez li malê dimînim û alîkariya dayika xwe dikim. Ez havînan têm gund û zivistanan jî li navenda bajarê Sêrtê diçim dibistanê. Ji bo min, hem gund û hem jî navenda bajêr xweş in; gava ez li Sêrtê me, bêriya malbata xwe dikim û gava têm gund, bêriya hevalên xwe dikim. Ji ber hewaya gund pêhtir ji gund hez dikim."