Kesên tevli bîranînê bûn: Em bi saya wan li vir in 2026-08-27 17:22:08   MÊRDÎN - Kesên ku beşdarî bîranîna li Nisêbînê ya ji bo kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dan bûn serbilindiya xwe ya li hember şehîdan anîn ziman û diyar kirin ku ew hebûna xwe ya li vir deyndarê wan in.   Serdanên girseyî yên ji bo bîranîna  li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê  ku ji bo kesên di dem û li cihên cuda  di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane tê lidarxistin  berdewam dikin.   Beşdaran serbilindiya xwe ya li hember şehîdan anîn ziman û bal kişandin ser pêwîstiya pêkanîna aştiyê di zûtirîn demê de. Herwiha ev peyam dan: "Em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe li ser şopa wan bin."