Roja ewil a şîna li Wanê bi dawî bû 2026-08-24 18:05:20     WAN-Roja ewilê ya şîna şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê ya Wanê ku di cîh û dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane, bi dawî bû.   Roja ewil ya şîna şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê ku bi pêşengiya Komeleya Yekîtî, Çand, Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) a Wanê hatiye danîn, bi dawî bû. Bi hezaran welatî bi dirûşma “Şehîd Namirin” tev li şînê bûn û ji malbatên şehîdan re sersaxî xwestin.   Gelek dayik bi kesk û sor û zeran hatin li cîhê şînê û bi tilîliyan serbilindiya xwe nîşan dan.   Şîn wê sibê jî di heman saetê de dest pê bike.