Ji bo gerîlaya YJA Starê Meryem Uzkaş şîn hat danîn 2026-08-16 13:58:41   STENBOL - Ji bo gerîlaya YJA Starê Bêrîvan Meryem Uzkaş (Jînda Şerker) li navçeya Kuçukçekmece ya Stenbolê şîn hate danîn.   Bêrîvan Meryem Uzkaş (Jînda Şerker) 3’yê Tîrmeha 2018’an li Qada Aris Faris a Avaşînê di şer de şehîd bû. Ji bo şehîdê li navçeya Kuçukçekmece ya Stenbolê şîn hate danîn. Gelek kes tevlî şînê bûn. Şînê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di dema temaşekirina sînevîzyonê de jî bê navber dirûşma “Şehîd namirin” hate berzkirin.   Sardana şînê piştî xwendina mewlîdê, dua û sersaxiyê bi dawî bû.