TJK-E: Em li kêleka jinên Efganistanê ne 2026-08-15 12:32:46   NAVENDA NÛÇEYAN - TJK-E’yê bi daxuyaniyekê piştgirî da jinên Efganistanê û got: “Em wek jinên Kurd carek din diyar dikin ku em li kêleka jinên Efganistanê ne û têkoşîna wan ji têkoşîna xwe ya azadiyê cûda nabînin.”   Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E), têkildarî salvegera hatina ser desthilatdariyê ya Talîbanê ango 15’ê Tebaxa 2021’an de, ji bo pişgiriya bi jinên Efganistanê re daxuyaniyek nivîskî weşand.   Di daxuyaniyê de, hate diyarkirin ku di bin rêveberiya Talîbanê de jin ji perwerde, kar, jiyana siyasî û jiyana gelemperî hatine dûrxistin, maf û azadiyên wan ên bingehîn bi rengek giran hatine astengkirin û wiha hate gotin: “Dûrxistina jinan ji qada gelemperî polîtîkayeke sîstematîk e ku jinan li hemberî tundî û zextê bêparastin dihêle.”   TJK-E’yê, vekişîna DYE û hêzên Rojavayî yên ji Efganistanê di sala 2021’an de û ji nû ve hatina desthilatdariyê ya Talîbanê wek berdana siberoja jinên Efanistanê bo rêveberiyeke zordar nirxand. Bang li civaka navneteweyî hat kirin ku li hemberî binpêkirina mafên jinan a ji aliyê Talîbanê ve bêdeng nemînin û rê nedin ku ev pergal bibe tiştekî asayî.   Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Jinên Efganistanê tevî hemû zextan jî ji bo mafê perwerde, kar, beşdariya siyasî û jiyana azad berxwedana xwe didomînin.”   TJK-E’yê, da zanîn ku ew piştevaniya kampanya azadiyê ya di navbera 15’ê Tebaxê û 25’ê Mijdarê de dikin û têkoşîna jinên Efganistanê wek parçeyek têkoşîna xwe ya azadiyê dibînin.   TJK-E’yê, diyar kir ku piştevaniya jinan hêzeke hevpar e ku sînoran derbas dike û destnîşan kir ku azadbûna jinê yek ji mercên bingehîn ên azadbûna civakî ye.