Li Nisêbînê jinek hat qetilkirin 2026-08-14 20:42:57   MÊRDÎN – Li navçeya Nisêbînê, S.C. jina pê re hatibû zewicandin Asya Cebe bi amûreke tûj kuşt.   Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, S.C. jina pê re hatibû zewicandin Asya Cebe bi amûreke tûj kuşt. Piştî ku şahidên bûyerê agahî dan, tîmên tendirustiyê û polîs sewqî cihê bûyerê hatin kirin, karmendên tenduristiyê piştrast kirin ku Asya Cebe jiyana xwe ji dest daye. Piştî lêkolîna li cihê bûyerê, cenazeyê Asya Cebe rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.   S.C. piştî bûyerê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin  û birin Midûriyeta Polîsan a Navçeya Nisêbînê.