Fîlozofa Fransî ji Abdullah Ocalan re name şand 2026-08-12 13:54:25   NAVENDA NÛÇEYAN -Fîlozofa Fransî Catherine Malabou nameyek ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re şand, piştgiriya xwe ya ji bo pêvajoyê anî ziman û got, "Ev gava dawî serketineke mezin e ku bi saya biryara we ya bi wêrekî hate bidestxistin."   Piştgiriya rewşenbîr, nivîskar, fîlozof û civaknasên li cîhanê naskirî ya ji bo Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û qanûna di encama vê yekê de li Meclîsê hate qebûlkirin, dewam dike.   Di vê çarçoveyê de fîlozofa Fransî Catherine Malabou name ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re şand û işaret bi "zanetî" û "biryara bi wêrekî" ya Abdullah Ocalan kir.   Nameya ku ji bo gihandina Abdullah Ocalan radestî Heyeta Îmraliyê hate kirin bi vî rengî ye:   "Ji Tirkiye û deverên cuda yên cîhanê, gelek kesên di nava me de ku naskirin, azadî û rûmeta Kurdan diparêzin, gelekî kêfxweş in ku ji bo naskirina mafên medenî yên endamên berê yên PKK'ê pêvajoyekê bi rastî jî destpê kiriye. Ev gava dawî serketineke mezin e ku bi saya biryara we ya bi wêrekî û helwesta we ya zana kuk tevlî pêvajoyeke siyasî ya aştiyê bûn hate bidestxistin.   Demokrasî dema ku pêkan û û li her cihê pêkan divê teqez bê bidestxistin. Li Fransayê weke min gelek heyranên we hene ku we dixwînin, ketine bin bandora şêweyê rêxistinbûna siyasî -konfederalîzma demokratîk- ya ku hûn diparêzin. Ya ku xwerangirtin lê nabe, ragirtina we ya li girtîgehê ye. Hêvîdar im ev rewşa li derveyî mirovahiyê wê di demeke nêz de biqede. Mafê we ye ku piştî ewqas salan weke mirovekî azad bijîn. Azadî mafê we ye; ev yek ne cihê nîqaşê ye. Di nava vê demê de wêrekiya xwe biparêzin Apo yê dilovan."