Li Sûriyeyê di du salan de 784 zarok hatin kuştin 2026-08-11 13:11:45   NAVENDA NÛÇEYAN - Tevî hilweşîna rejîmê jî metirsiyên li ser zarokên li Sûriyeyê didomin. Li gorî daneyên Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, ji 8'ê Kanûna 2024'an heta 10'ê Tebaxa 2026'an 784 zarok hatine kuştin.    Bi hilweşîna rejîma Sûriyeyê di 8'ê Kanûna 2024'an de, metirsiyên li ser sivîlan bi dawî nebû. Tundî û bermahiyên şer jiyana bi sedan zarokan ku di nava kaosa ewlehî û mirovî ya li deverên cuda yên welat de yên herî bêparastin in, berdewam dikin.   Di du salan de 784 zarok hatin kuştin   Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê kuştina 748 zarokan ji dema hilweşîna rejîmê ve heta 10'ê Tebaxa vê salê belge kir. Ev hejmar, tevî veguherînên siyasî û ewlehî yên ku welat dîtine, berdewamiya rûbirûbûna sivîlan, bi taybetî zarokan, bi gelek metirsiyan nîşan dide.   Di salek de 504 zarok hatin kuştin   Çavdêriyê duh destnîşan kir ku di navbera hilweşîna rejîmê û dawiya sala 2024'an de kuştina 34 zarokan hatiye belgekirin lê di sala 2025'an de ev hejmar bi awayekî berbiçav zêde bûye. Ev sal ji bo zarokan sala herî kujer hat binavkirin.   Di nava 8 mehan de 210 zarok hatin kuştin   Kuştina zarokan di destpêka vê salê de jî berdewam kir û çavdêriyê mirina 210 zarokan ji destpêka salê ve heta 10'ê Tebaxê belge kir. Di meha Çileyê de 39 zarok, di Sibatê de 27 û di Adarê de 21 zarok hatin kuştin.   Hejmara zarokên hatin kuştin di meha Gulanê de gihîşt lûtkeyê, 40 zarok weke kuştî hatin belgekirin, meha di Hezîranê jî 21 û di Tîrmehê de 20 zarok hatin kuştin. Ji destpêka Tebaxê ve heta 10'ê Tebaxê jî mirina 8 zarokan hat belgekirin.   Ev bîlanço asta xeterên ku zarok pê re rûbirû dimînin nîşan didin   Çavdêriyê diyar kir ku tevî guhertinên di hejmara kuştiyan de, meh bi meh, tomarkirina berdewam a mirina zarokan di nava mehan de rastiyek nîşan dide ku jiyana sivîlan, bi taybetî zarokan, di bin xeterên domdar de ye. Ev ji ber nekarîna çareserkirina gelek çavkaniyên xeterê yên ku ji ber şer mane, ji bilî tundî û binpêkirinên berdewam li gelek deveran çêdibin.   Çavdêriyê tekez kir ku ev hejmar careke din asta xeterên ku zarok li Sûriyeyê bi wan re rûbirû ne û hewcedariya tedbîrên bi bandortir ji bo parastina sivîlan, çareserkirina çavkaniyên xeterê û misogerkirina hawirdoreke bi ewletir ji bo wan nîşan dide.   Operasyonên paqijkirinê divê zêdetir bibin   Ev bûyer nîşan didin ku divê operasyonên paqijkirina mayînan û rakirina bermahiyên teqemeniyên şer û cebilxaneyên neteqiyayî zêde bibin. Her wiha pêdivî bi xurtkirina bernameyên hişyariyê li ser xeterên wan heye, bi taybetî li deverên ku di salên dawî de operasyonên leşkerî lê hatine kirin.   Di demeke ku kuştina zarokan berdewam dike de, Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê aliyên pêwendîdar berpirsiyar girt û diyar kir ku girtina tedbîrên pêwîst ji bo parastina sivîlan, bi taybetî zarokan peywira wan e. Her wiha bang kir ku mekanîzmayên belgekirinê werin zêdekirin, lêpirsîn ji bo binpêkirinên li dijî sivîlan hatine kirin werin destpêkirin û hesab were xwestin.