Qanûna çarçoveyî bi nîqaşkirina xalên din berdewam dike 2026-08-10 21:52:33   ENQERE – Nîqaşên li ser Qanûna Çarçoveyî ya “Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî” di Desteya Giştî ya Meclisê de didome. Piştî nîqaşên li ser hemû xalên qanûna çarçoveyî dê li ser qanûn dengdayin pêk were û piştre di Desteya Giştî de bibe qanûn.   Qanûna Çarçoveyî ya “Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî” ku 12 xalan pêk tê û bi 367 îmzayan ji Serokiya Meclisê re hat pêşkêşkirin piştî di Komîsyona Edaletê ya Meclisê de hat erêkirin, li Desteya Giştî ya Meclisê tê nîqaşkirin. Qanûna çarçoveyî ji xala 1’an heta xala 6’an di Desteya Giştî de hat qebûlkirin. Beşa 2’yemîn a civîna Desteya Giştî ya qanûna çarçoveyî bi nîqaşkirina xala 7’an heta xala 12’yan ve berdewam dike. Di civîna beşa 2’yemîn de xala 7’an bi dawî bû û civîn bi xala 8’an ve berdewam dike.   Piştî nîqaşên li ser hemû xalên qanûna çarçoveyî dê li ser qanûn dengdayin pêk were û piştre di Desteya Giştî de bibe qanûn.