Li Kutahyayê jinek hat qetilkirin 2026-08-08 19:22:50   KUTAHYA - Li navçeya Gedîz a Kutahyayê mêrê bi navê Alî Donmez, hevjîna birayê xwe Sebîre Donmez bi alava birînê qetil kir.    Li navçeya Gedîz a Kutahyayê mêrê bi navê Alî Donmez, hevjîna birayê xwe Sebîre Donmez bi alava birînê qetil kir. Piştî kesên derdorê agahî dan, ekîbên cenderme û tenduristiyê hatin cihê bûyerê. Di kontrola hat kirin de hat diyarkirin ku Sebîre Donmez bi giranî birîndar bûye.   Sebîre Donmez ya rakirin nexweşxaneyê li wir jiyana xwe ji dest da.   Piştî bûyerê gumanbar Alî Donmez hat binçavkirin.