ROJEVA 08'Ê TEBAXA 2026'AN 2026-08-08 09:00:00     * Karkerên çandiniyê 4 demsalên xwe di kon de derbas dikin diyar kirin ku bi heqdestê rojane tu tiştekî nikarin bikin û gotin: “Em di kon de pirsgirêkan dijîn. Lê rojaneyên me jî têrî tu tiştekî nakin.” BI DÎMEN    * Endama Komîsyona Edaletê ya TBMM’ê Meral Daniş Beştaş, diyar kir ku "Qanûna çarçoveyî" gaveke qanûnî ya ewil a muzakereyê ye. BI DÎMEN    * Xanê Karasu ku di tevahiya jiyana xwe ya 94 salan de di nav xizanî, koçberî, hesreta zarokên xwe û têkoşînê de jiya. Jiyana hevbeş a li welatê xwe qet ji bîr nekir. Keça wê, Sultan Karasu, got: "Ew nirxek bû, ew her tim li hevgirtin û parvekirinê digeriya." BI DÎMEN    *Malbata Taybet Înan ya ku di sala 2015’an de li Sîlopiyê hat qetilkirin û cenazeya wê 7 rojan li kolanê ma, banga aştiyê dubare kir. Keça wê Halîme Akin wiha got: “Êşên me kişandine bila neyên jibîrkirin, lê bila ji vir şûnde ji bo her kesî aştî bê.” BI DÎMEN