Li Îranê 8 jin bı xeteriya darvekirinê re rû bir û ne 2026-08-01 13:32:29     NAVENDA NÛÇEYAN -Zextên rejîma Îranê yên li ser girtiyên siyasî dewam dikin, tê gotin fikarên mezin li ser bicihanîna cezayê darvekirina 8 jinên girtiyên siyasî derketine holê.   Rêxistina Mafên Mirovan a Dîdeban derbarê metirsiya bicihanîna cezayê darvekirina 8 jinên girtiyên siyasî yên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hişyariyek belav kir.   Li gorî daxuyaniyê, metirsiya bicihanîna cezayê darvekirinê li ser 8 jinên girtiyên siyasî yên bi navên Pexşan Ezîzî, Zara Şehbazteberî, Nesîme Îslamzehî, Meryem Hodawend, Erxewan Felahî û Mehnaz Çardolî heye.   Hate destnîşankirin ku Werîşe Muradî û Bîta Hîmetî ku du jinên girtiyên siyasî ne û berê cezayê wan ê darvekirinê ji aliyê Dadgeha Giştî ya Welat ve hatibû betalkirin, dîsa di bin metirsiya heman cezayî de ne.   Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ev 8 girtî di girtîgehên Evîn û Girtîgeha Navendî ya Reştê de tên girtin. Ev jin bi tometên siyasî û ewlehiyê yên mîna “bexî” (serhildana çekdarî), “muharebe” (şerê li dijî Xwedê) û tohmetên girêdayî xwepêşandan û çalakiyên siyasî rûbirûyê cezayê darvekirinê hatine kirin. Her wiha sê kes ji van girtiyan, di nav kesên ku ji ber xwepêşandanên dawî hatine girtin de ne.   Li gorî agahiyên rêxistinê, di dema lêpirsîna jinan de, binpêkirinên berçav hatine qeydkirin; weke bêparbûna ji mafê parêzerê serbixwe, nediyariya pêvajoya dadgehkirinê û sepandina zorê ji bo girtina îtîrafan.