ROJEVA 29'Ê TÎRMEHA 2026'AN 2026-07-29 09:00:00     * Parêzeran mirinên bi guman û qetilkirinên jinan ku roj bi roj zêde dibin û her wiha polîtîkayên bêcezahiştinê nirxandin û gotin: “Kesên têkiliyên wan yên peyabilind an jî  burokratîk hene dema navê wan di lêpirsînan de derbas dibe, di mijara tunekirina delîlan de hemû derfetên dewletê bikar tînin. Tiştên tên jiyîn veguherîne qirkirina jinê. Dewlet naxwaze pêşiya vê bigire.” DÎMEN HEYE    *Zîhniyet Şîmşek derbarÊ santrala termîk a li Sîlopiyê de axivî û got ji ber vê santralê nexweşiya pençeşêrê bi awayekî cidî zêde bûye û got: “Niha li gorî daneyên ne fermî tê diyarkirin ku li Sîlopiyê 4 hezar nexweşên pençeşêrê hene.”DÎMEN HEYE    *Marîfet Gokdag da zanîn ku kurê wê Ararat Serhad (Omer Gokdag) li dijî newehvî û êrîşên li hember nasnameya Kurd tevli têkoşîna azadiyê bûye û got ji bo aştiyeke mayîn de, ji bo dayik negirîn divê çareseriya demokratîk pêk bê. DÎMEN HEYE